Êrîşên li hemberî taxên berxwedanê yên Nisêbînê dewam dikin

Li Nisêbînê, tevahiya şevê êrîş li hemberî taxên berxwedanê hatin kirin. Di bomberdûmana danê sibehê de xisar li gelek xaniyan çêbû.

Li hemberî taxên berxwedanê yên Nisêbînê ku bi mehane ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatine dorpêçkirin, êrîş dewam dikin.

Maşînên zirxî yên li ser rêya nexweşxaneya berê bi cih bûne, bi çekên giran tevahiya şevê gule li kolanên Kartopû û Kanarya yên taxa Abdulkadîrpaşa reşandin.

Danê sibehê jî maşînên zirxî bombe li taxa Abdulkadîrpaşa barandin.

Ji ber êrîşê xisar li gelek kargeh û malan bû. Êrîşên li hemberî taxan dewam dikin.