Demîrtaş: Çalakiyên me wê her roj dewam bikin

Demîrtaş bal kişand ser dorpêçiya li ser Sûrê û got, "Bangewaziya me timî ye. Divê gel îro saet di 16:00 de nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan bide. Em ê paş de gav navêjin"

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Hevserokên KCD'ê Selma Irmak û Hatîp Dîcle, Hevberdevka HDK'ê Gultîstan Koçyîgît, li Amedê daxuyanî dan.

Demîrtaş da xuyakirin, ku heta rewşa li Sûrê zelal bibe ew ê bêdeng nemînin û got, "Dikarin gefê bixwin, dikarin rastiyan berevajî jî bikin, lê em ê paş de gav navêjin." Demîrtaş bibîr xist, ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê gel wê îro saet di 16.00 de ji her devera lê ye ber bi Sûrê ve bimeşe û got, "AKP wê li pêş çavên me, li Sûrê van tiştan bike û ji me jî bixwaze ku em li dij dernekevin. Gelo ev pêkan e?"

Demîrtaş diyar kir, eger qedexe were rakirin wê heyetên sivîl biçin taxê, birîndar û sivîlan jê derxînin û anî ziman, li gorî agahiyên hatin bidesxistin duh bi şev 12 sivîl hatine veguhastin. Demîrtaş got, "Zêdeyî 10 zarok li benda veguhastinê ne."

Li ser gotina "sivîl nîne" ya Davûtoglû, Demîrtaş got, "Gelo Davûtoglû û Wezîrê Karên Hundir heta niha tiştekî rast gotine, ku der heqê sivîlan de rastiyan bêjin? Jiyana van bi xwe derew e. Li Cizîrê zêdeyî 100 sivîl hatin qetilkirin, xwendekarên zanîngehê hatin qetilkirin. Davûtoglû hînê bi awayekî bêwijdanî radibe dibêje 'ji jêzemînan sivîl derket?'"

Der barê helwesta Ewropayê de Demîrtaş got, "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa, di bin navê çareseriya krîza penaberan de bûne hevparê hemû sûcên AKP'ê. Divê mirov tiştekî ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Ewropayê hêvî nekin. Bila gelê me bi hêza xwe piştrast be."

Ji bo pirsa 'Li Sûrê çend kes hene?' Demîrtaş ev bersiv da: "Ne hikûmet ne jî em dizanin li wir çend kes hene. Ji ber ku derfetekî têkiliya bi wir re nîne. Mirovên li wê derê jî nikarin ji xaniyê xwe derkevin û biçin cihekî din. Ji ber ku derketina derve qedexe ye. Her wiha bi tank, top û sekvanan êrîş tê kirin. AKP nizane li taxên ku bi hemû hêza xwe ay artêşê operasyonê dimeşîne, kî heye. Naxwaze bizanibe jî. Ne xema yên li Enqereyê ne. Davûtoglû û ekîba wî ewçend wehşî bûne, eger bi ya wan be wê Sûrê bi temamî tine bikin. Li Cizîrê ev kirin. Eger heta vê kêliyê nekarîne li Sûrê vê bikin, ev bi saya hişyarî û baldariya gel e."

Demîrtaş li ser lêpirsînên der heqê wî de hatine vekirin got, "Ji gel ditirsin. Hikûmetek çima ji gel ditirse? Xuya ye sûc dikin. Ji ber ku gelek guneh kirine lewma ji gel ditirsin. Gel wê hesabê vê bipirse, wê bi tundî bipirse. Tirs ecela mirovan naguherîne."

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bibîr xist ku ew hemû agahî, belge û şahidiyên li ser komkujiyan berhev dikin û got, "Em ê bikin ku ev sûcê li dijî mirovahiyê li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bê darizandin. Yên ferman dane, yên bi cih anîne, yên li aliyê siyasî ve li pişt wan sekinîne, hemû sûcê şer dikin û dem di ser sûcê şer re derbas nabe. Wê hemû werin darizandin."

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak jî da xuyakirin, ku çalakiyên gel wê bidomin û got, "Divê mesaja gelê Amedê baş bê xwendin."