Ciwanên MLKP'yî tevlî nava refên YPS'ê bûn
Ciwanên MLKP'yî dan xuyakirin, ku ew li cihê berxwedana xwerêveberiyê Nisêbînê tevlî nava refên YPS'ê bûne.
Ciwanên MLKP'yî dan xuyakirin, ku ew li cihê berxwedana xwerêveberiyê Nisêbînê tevlî nava refên YPS'ê bûne.
Komek ji ciwanan a endamên Partiay Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) da xuyakirin, ku ew li Nisêbînê tevlî hêza xweparastinê YPS'ê dibin. Bi vê mebestê ciwanên MLKP'yî daxuyaniyek dan çapemeniyê. Li ser navê ciwanan Cîhan Sarûhan peyivî. Sarûhan bi silavkirina têkoşîna gelê Kurd a xweseriyê dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir, ku ew li cem têkoşîna gelê Kurd a li dijî mêtîngeriyê ne, lewma ew ê tevî gelê Kurd şer bikin.
Sarûhan ragihand, ew ê hesabê mirovên di berxwedana xwerêveberiyê de li Hezex, Sûr û Cizîrê hatin qetilkirin bipirsin û got, "Ev dîktatoriya faşîst wê li pêşiya dîrokê hesab bide. Em ê her tim hesab bipirsin. Em ê hesabê her canekî me yê xwîna xwe rijiya ye, ji dîktatora faşîst bipirsin. Em soza vê didin. Em dizanin; xwerêveberî wê gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn azad bike. Em di wê baweriyê de ne, pêla faşîzmê ya li Kurdistanê wê bi berxwedana li pişt bendan bê şikandin. Em ji vê derê bang li gelên Tirkiyeyê dikin; li pişt bendan li hemberî faşîzmê têkoşînê mezin bikin. Yekane rêya têkbirina faşîzmê, xurtkirina têkoşîna li pişt bendan e. Em ji vê derê dubare dikin. Faşîzma Qesrê û kujerê wê, wê hesabê her dilopa xwîna rijandiye bidin. Gotina 'Em nehatin ser çokan, me li ber xwe dan' a Mehmet Tûnç ê li Cizîrê hat qetilkirin, ji bo me ferman e. Em li gorî vê fermanê tevdigerin û hatine ji bo li hemberî faşîzmê li ber xwe bidin. Em ê neyên ser çokan û em ê bi têkoşîna xwe re faşîzmê têk bibin."
Piştî axaftinê daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî YPS" û "Bijî partiya me MLKP" bi dawî bû.