Gerîlayan li qereqola Mawa dan
Gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin, di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêde ne, lê hejmar zelal nebû.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li hemberî qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya çalakiyek pêk anîn. Hat ragihandin, di vê çalakiyê de kuştî û birîndarên artêşa Tirk zêde ne, lê hejmar zelal nebû.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku gerîlayan li hemberî qereqola Mawa ya li navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyek pêk anîn e û der barê çalakiyê de ev agahî hatin dayîn: "Roja 3'ê Adarê (îro) saet di 05:30 de li hemberî 20 leşkerên di navbera nîzamiyeyên qereqola Mawa ya li herêma Gerdiya ya Şemzînanê tevdigeriyan, hêzên me yên gerîla bi çekên giran û ferdî çalakiyek pêk anîn. Hêzên me di heman demê de bi hawanan li qereqola Mawa dan. Hejmara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê saet di navbera 07:00-08:30 de qereqola Rûbarok bi obusan li qadên Geliyê Reş û Kaniya reş da."
ÊRÎŞÊN ARTÊŞA TIRK DEWAM DIKIN
Di dewama daxuyaniyê de li ser êrîşên artêşa Tirk ev agahî hatin dayîn:
"Ev demeke artêşa TC dixwaze di navbera qereqolên Elemûn û Duavê yên li navçeya Şirnex Qilabanê ne, rê çêbike. Roja 2'ê Adarê saet di 17:00 de artêşa TC dema hewl dida li ser girên Seyîdan û Omeryan bi cih bibe, hêzên me yên gerîla ji 2 baskan ve bi çekên giran û sûîqestê li wan dan. Hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin; piştî çalakiyê leşkeran bi çekên giran gule li derdora xwe reşandin.
Çend rojên dawî li qada Duavê tevgera komek kontrayan hat tespîtkirin
2’ê Adarê saet 17.00-18.00, 21.30-22.00’an û 3’ê Adarê saet 08.30-09.00’an qereqola Elemûn a li xeta sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; girê Şehîd Dîlber, Girê Zendûra û qada Derarê yê girêdayî herêma Metîna bi hewan û tankan bombe kir.
2’ê Adarê saet 15.30-16.00’an qereqola girê Sîvrî ya li sînorê navçeya Gever a Colemêrgê; qada Tepê Sor a gêridayî herêma Avaşînê da ber obus û hewanan."
TEVGERA KEŞF Û BALAFIRÊN ŞER
HPG’ê destnîşan kir ku tevgera hewayî jî didome, wiha got: “2’ê Adarê saet 09.00-17.30’an li ser herêma Qendîlê, saet 18.00-22.00’an li ser herêma Xakûrkê, saet di navbera 18.00’an û 3’ê Adarê 05.00’an li ser herêma Heftanînê pêgerên hewayî yên keşfê geriyan; her wiha 2’ê Adarê saet 18.00-22.00’an li ser herêma Xakûrkê, saet 14.00-15.00’an li ser herêma Zapê jî tevgera balafirên şer çêbûn."