Çaliş û Gullubahçe yên li Cizîrê hatin qetilkirin, hatin oxirkirin

Cenazeyên endamên YPS'ê Dogan Çaliş (Ava Zer) û Abbas Gullubahçe yên li Cizîrê di êrîşên wehşî yên dewleta Tirk de hatin qetilkirin, li Bedlîsê hatin veşartin. Di merasîman de sekna bi rûmet a her du berxwedêran hat silavkirin.

Cenazeyên endamên YPS'ê Dogan Çaliş (Ava Zer) û Abbas Gullubahçe yên li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li Bêdlîsê bi merasîmên girseyî hatin definkirin. 

Malbatan cenazeyên Çaliş û Gullubahçe ji Saziya Tipa Edlî ya Deriyê Sînorê Xabûrê wergirtin û anîn Bêdlîsê. Cenazeyê Dogan Çaliş li gundê Kasrîkê yê Bêdlîsê bi merasîmeke girseyî defin kirin. 

Malbata Çaliş, rêveberên DBP'ê, hevşaredar û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Xizmê Çaliş Hasan Akça, rexnedana xwe da û diyar kir ku ew nebûn bersiva qîrîna zarokên xwe û wezîfeya xwe pêk nanîn. Çaliş, ji Dogan Çaliş xwest wan efû bikin û got: "Îro bi hezaran dayik û bavê te hene. Em ê di rêya te de bimeşin." 

Malbata Çaliş wê 3 rojan mala sersaxiyê vekin û ziyaretan qebûl bikin. 

Cenazeyê Abbas Gullubahçe jî li gundê Parsîng ê Motyika Bêdlîsê bi merasîmeke girseyî hat definkirin.