Jinan qûrnefîl danîn ser gorên Sêvê, Pakîze û Fatma

Jinên Şirnexî, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, li ser gorên wan bi bîr anîn.

Jinên Şirnexî, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin, li ser gorên wan bi bîr anîn. 

Jinên Şirnexê di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de gorên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê di êrîşên qirkirinê de hatin qetilkirin bi bîr anîn. Jinên ku di nav de dayikên Fatma Ûyar û Mehmet Tûnç jî hebûn, li Taxa Bahçelîevler civiyan, bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ve ber bi goristanê ketin meşê.

Piştî meşê, jinan qûrnefîl danîn ser gorên her sê siyasetmedarên jinên Kurd. Li goristanê Endama Navenda Şêwirmendiya Jinan a Zahîde Eda Bazencîroglu axivî, wiha got: “Em ê ala têkoşîna hevalên xwe yên hatine qetilkirin bigirin, em soz didin ku heta dawî em ê li ber xwe bidin.”

Bazencîrlîoglû diyar kir ku di şexsê siyasetmedarên jin ên hatine qetilkirin de tevahî jinan bi bîr tîne, wiha anî ziman: “Ji roja şewitandina karkerên tekstîlê heta niha, zîhniyeta dewletê neguherî. Jinên ku wê rojê di fabrîkayê de asê hiştin û şewitandin, îro jî di jêrzemînan de dişewitînin. Sêvê, Pakîze û Fatma bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Li Cizîrê laşê hevalên me yên jin hatin teşhîrkirin. Em dibînin ku hê jî polîtîkayên qirêj hên li ser jinê dewam dike.”

Aktîvîteya bîranînê, bi xwendina helbesta ku bavê Fatma Ûyar ji bo siyasetmedarên jin ên hatibûn qetilkirinê nivîsandibû ve bi dawî bû.