Li Kerboranê 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li bejahiya navbera Hezex û Kerboranê, ku duh ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve hat bombekirin, di şerê ji ber operasyonê de yek jê serpel (ustegmen) 3 leşker hatin kuştin.

Herêma Cehenem Deresî ya li bejahiya navbera navçeya Şirnex Hezexê û navçeya Mêrdîn Kerboranê, duh ji aliyê helîkopter û balafirên şer ve hatibû bombekirin.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk da xuyakirin, ku piştî bomberdûmanê bi tevlîbûna leşker û cerdevanan operasyonek hat destpêkirin û di vê operasyonê de yek jê serpel (ustegmen) 3 leşker mirine.

Tê gotin operasyona leşkerî ya li herêmê dewam dike.