2 cenaze li Hezexê hatin dîtin
Li Hezexê 2 cenazeyên kesên di êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, hatin dîtin. Êrîşa hêzên dewletê ya bi topan jî dewam dikin.
Li Hezexê 2 cenazeyên kesên di êrîşa hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dan, hatin dîtin. Êrîşa hêzên dewletê ya bi topan jî dewam dikin.
Li navçeya Şirnex Hezexê dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 16. de ye. Li taxa Tûrgût Ozal ku êrîşên dewletê lê giran e, 2 cenazeyên nasnameyên wan nediyar hatin dîtin.
Cenaze bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê. Bi van cenazeyan re hejmara cenazeyên niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ne 4 in.
Êrîşa hêzên dewletê ya bi tank û topan jî dewam dike.