‘Bi hilweşandina malan hûn nikarin gelekî hilweşînin’

Malbatên kesên ku li Cizîrê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, wiha peyam dan: “Bi hilweşandina malan hûn ê nikaribin gelekî hilweşînin. Em gel in, naqedin. Em şopdarê rêya zarokê xwe bin.”

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîma Konca bi heyetekê re serdana malbatên kesên di qetliama Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan kir. Malbatan bi coş heyet pêşwazî kir û soza şopandina doza zarokên xwe dan.

 

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Faysal Sariyildiz û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîma Konca bi heyetekê re malbatên kesên li taxa Yafesê di qedexeya derketina kolanan a 79 rojan de hatin qetilkirin kirin ziyaret kir. Malbatên hem zarokên xwe û hem jî malên xwe winda kirin bi hestên serkeftin û tolhildanê heyet pêşwazî kirin. Heyetê malbatên Remezan İşçî, Hediye Şen, Hadî Ozdal, Abdulmecît Yanik, Harun Barin, Mehmet Emîn Bayar û Hesen Tak serdan kirin û sersaxî ji wan re xastin.

 

'KURÊ MIN JI BER KARÊ ŞEREFÊ CANÊ XWE DA'

 

Malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan bi iradeyek xurt soza şopandina zarokên xwe dan. Bavê Hadî Ozdal Mehmet Ozdal diyar kir ku we li pey doza kurê xwe ne û wiha got: "Kurê min ji ber karê şerefê canê xwe da û em ne poşman in. Dewletek zalim bû û bi tank û topan êrîşî me kir, lê kesê ku biryara berxwedanê dayî divê her tiştî li ber çavan bigire."

 

'EZ Ê HERDU KURÊN XWE JÎ RÊKIM CIHÊ HADÎ'

 

Hevjîna Hadî Muqade Ozdal jî anî ziman ku dema Hadî kete vê rêyê ji wî re got "Eger tiştek bi min hat herdu kurên min jî li pey doza min rêke". Ozdal da zanîn ku bila Erdogan nebêje "min ew qedandin" ez ê kurên xwe jî bişînim cihê Hadî û ez ê tola wî li erdê nehêlim.

 

'MALBATA HARÛN BI WÎ SERBILIND E'

 

Bavê Harûn Barin ê ku di jêrzemînê de hat qetilkirin jî diyar ku kurê wî şehîdê Kurdistanê ye, wiha got: "Malbata Harûn bi wî serbilind e. Bila serê Kurdê bi şeref sax be. Em ê vê zilmê nepejirînin. Eger hezar Harûn bên qetilkirin wê hezar Harûn cihê wan bigirin. Li Cizîrê mirovahî hat qetilkirin, lê ev gel bi irade ye û wê heta dawî li pey şopa şehîdên xwe bin."

 

Dayika Harûn Barin Asya Barin jî destnîşan kir ku dewletê kurê wê kuşt û dema veşartinê jî malbat dorpêç kirin. Barin got ku ew bi doza kurê xwe serbilind e.

 

'EZ SERÊ XWE LI BER ERDOGAN NATEWÎNIM'

 

Dayika Mehmet Emîn Bayar ê di jêrzemînê de ma û hê jî agahî jê tune ye da zanîn ku bila nebêjin "me mala wan xirab kir û zarokên wan kuştin, wê Kurd tune bin" ji ber ku ciwanên Kurdan xilas nabin. Dayika Bayar diyar kir Erdogan DAİŞ xist Cizîrê, lê bila baş bizane ku ew serê xwe ji wî re natewînin û gotinên xwe wiha berdewam kir: "Eger 10, 20 kurên min hebin, ez ê wan jî rêkim çiyan."