Dozgerê Tirk neket hundirê jêrzemîna wehşetê
Piştî ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê bi rojê hat rakirin, dozgerê Tirk çû jêzemîna wehşetê ya li taxa Cûdî, lê belê bi gotina 'ewlekariya jiyana min nîne' neket hundirê jêrzemînê.
Piştî ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê bi rojê hat rakirin, dozgerê Tirk çû jêzemîna wehşetê ya li taxa Cûdî, lê belê bi gotina 'ewlekariya jiyana min nîne' neket hundirê jêrzemînê.
Piştî ku qedexeya derketina derve ya li Cizîrê bi rojê hat rakirin, Dozgerê Komarê yê Tirk ji bo lêkolînkirina jêrzemîna wehşetê ya li Kolana Bostançi ya taxa Cûdî ku birîndar ji aliyê hêzên dewletê ve lê hatin înfazkirin, çû herêmê. Dozgerê Tirk tevî parêzeran û ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê hat ber avahiya bi hejmara 23'an a di bin dorpêçiya polîsan de ye. Tevî ku der ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin jî dozgerê Tirk bi gotina 'ewlekariya jiyana min nîne' neket hundirê jêrzemîna birîndar lê hatin înfazkirin.
Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê xwe berdan jêrzemîna dozgerê Tirk neketê û lêkolîn kirin. Parêzeran û aktîvîstên mafên mirovan xwestin di dema lêkolînê de ew jî amade bin û lêkolînê bişopînin. Lê belê polîsên Tirk nehiştin. hat ragihandin, di dema lêkolînê de hestiyên mayî yên li jêrzemînê ji aliyê polîsan ve hatin komkirin û birin. Parêzeran nerazîbûn nîşanî astengiya li hemberî wan tê kirin dan û gotin, "Li vê derê lîstikek şano tê lîstin."
Piştre dozgerê Tirk û ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê çûn jêrzemînên wehşetê yên yekemîn û duyemîn, ku enqazên wan jî ji aliyê hêzên dewletê ve hatine rakirin.
Li aliyê din, li odeyeke vala a li kêleka jêrzemîna li kolana Bostanci ya mirov lê hatin şewitandin, porên tê texmînkirin ê jinekê ye, hat dîtin. Danê sibehê jî li maleke din a li kolana Bostani ya taxa Cûdî, hestiyên du mirovan ku tê texmînkirin hatine şewitandin, ji aliyê gel ve hatin dîtin.
Ekîbên lêkolînkirina cihê bûyerê, ev hestî bi xwe re birin.