Cenazeyê Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin hat veşartin
Cenazeyê Sahîp Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wî di hundirê sindoqekê de hat dîtin, hat veşartin.
Cenazeyê Sahîp Edîn ê li Cizîrê hat qetilkirin û cenazeyê wî di hundirê sindoqekê de hat dîtin, hat veşartin.
Cenazeyê bavê 3 zarokan Sahîp Edîn ê li Cizîrê ji ber êrîşa hovane ya hêzên dewleta Tirk hat qetilkirin, ku cenazeyê wî di sindoqeke li maleke li taxa Cûdî de hat dîtin, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê anîn Cizîrê.
Cenaze li pêşiya navçeyê demeke dirêj ji aliyê polîsan ve hat sekinandin. Ji ber ku polîsên Tirk xwestin li nava wesayîta cenaze tê de bû bigerin, malbatê nerazîbûn nîşan da. Tevî nerazîbûnan jî polîsên Tirk li nava wesayîtê geriyan û piştî astengiya demeke dirêj, cenazeyê Edîn anîn Goristana Asrî ya Cizîrê.
Li goristana ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû dorpêçkirin, wecîbeyên olî bi cih hatin anîn û cenazeyê Edîn li ber duaynên malbatê û welatiyan hat veşartin.