Di roja 93. a dorpêçiya li ser Sûrê de, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokao KCD'ê Selma Irmak di civîna çapemeniyê de axivîn. Irmak ji ber meşa duh a li Amedê malavayiya gel kir.
Irmak diyar kir, gelê Amedê bi meşeke gelekî xurt re bersiveke bedew daye faşîzma AKP'ê û anî ziman, ji bilî êrîş û provokasyona polîsan, ti bûyer û alozî derneketiye. Irmak destnîşan kir, ku heta dorpêçiya li ser Sûrê were rakirin, ew ê çalakiyên xwe bênavber bidomînin.
'DIVÊ EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'
Irmak di dewama axaftina xwe de got, "Ji bo em nehêlin wehşetek mîna ya li Cizîrê rû bide, divê em bikevin nava hewldanên mezin. Her roj saet di 16:00 de em ji cihê lê ne ber bi Sûrê ve bimeşin. Divê gelê me îro şehîdên xwe bibîr bîne û ziyaret bike. Divê şehîdan bibîr bîne û ji wan re dua bike. Yên li wir in ji me dixwazin em vê têkoşîna xwe mezin bikin. Pêwîste em bi vê berpirsyariya xwe rabin û berxwedana xwe mezin bikin."
'MÎNA KOBANÊ EM XWEDÎ LÊ DERKEVIN'
Irmak bal kişand ser wehşeta li Cizîrê hat kirin û bibîr xist, ku di nava 17 rojên piştî rakirina qedexeyê de hêzên dewletê hewl dane şopên wehşetê ji herêmê bibin.
Irmak got, "Tevî ku li jêrzemîna yekemîn a wehşetê ewqas paqijî kirin û xwestin delîlan ji holê rakin jî, hînê li wir hestiyên mirovan hebûn. Cizîr birîndar bû, lê şehîd neket. Cizîr gelekî êşiya, lê neket. Me di nava çav û dilê gelê Cizîrê de berxwedan dît. Gelê Cizîrê wê hesab ji yên ev hovîtî kirine bipirse. Di çavên wan de li dijî yên ev hovîtî kirine, hêrseke mezin hebû. Gelê me li malên xwe vegeriya. Ji bo birînên xwe bipêçin, bi hev re dixebitin. Mîna beriya niha wê îro jî jiyana xwe ava bikin. Em gelê Cizîrê bi tenê nehêlin. Çawa ku em xwedî li Kobanê derketin, divê em xwedî li Cizîrê jî derkevin. Wan serî netewandin, divê em jî bi wan re bin. Li Cizîrê pêwîstî bi her tiştî heye. Çi ji destê me tê, divê em ji bo Cizîrê bikin. Ji bo pêçandina birînên li Cizîrê me komîsyonek ava kir."
BANGA LI NIMÊJA ÎNÊ
Di civînê de têkildarî Nimêja Înê ya sibe li Sumerparkê bê kirin Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş û Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr peyivîn û banga tevlîbûnê li her kesî kir.
ÊRÎŞA LI HEMBERÎ MEŞA BER BI SÛRÊ VE
Li aliyê din, di dema meşa duh a ber bi Sûrê ve, di encama êrîşa polîsên Tirk de z3edeyî 30 kes hatin binçavkirin.
Navên çend ji binçaviyan bi vî rengî ne: "Mehmet Alî Çetînkaya, Kezîban Gîzlî, Nûrsel Ilter, Feyzûllah Ermîş, Recep Ermîş, Ferhat Kiliçarslan, Gabar Kûrt, Yaprak Fîlîz, Berçîn Akgunduz, Melek Akgul Karakoç, Haşim Tosûn û Erol Alakûş."
Binçavî li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên ragirtin.