Jinên ku li bajarên Bakurê Kurdistanê dijîn, bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê aktivîte li dar xistin. Jinên li Gurgum, Mêrdîn, Colemêrg û Amedê, berxwedana jinên Kurd silav kirin, soza bilindkirina têkoşînê dan. Di aktivîteya li Gurgum de Parlamentera HDP’ê Dîlek Ocalan axivî û wiha anî ziman: “Jina Kurd jinên berxwedêr ên weke YPJ û YPS-Jin dixuliqînin. Wê sedsala 21’an bibe sedsala dawîanîna li hişmendiya dewletê.”
GURGUM
Hevbirin Kongreya Jinen Azad (KJA) ên Gurgumê li taxa Narli ya Bazarcixê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê panel pêk anî. Panel li kafeyek navçeyê pêk hat. Li salonê pankartên "Jin azadiya civakê ye, jin azad nebe civak azad nabe", "Ji Sakîneyan heta Sêvêyan jin bi ruhê berxwedanê xweseriyê ava dikin" û "Jin ji bo Rêbertiya xwe û azadiya xwe têdikoşin." vekirin. Di panelê de Wekîla HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan di panela Gurgumê de diyar kir ku ferqa AKP’ê ji DAİŞ’ê tune û wiha got: "AKP û DAİŞ destpêkê êrîşî jinê kir û hemû tiştên qirêj li ser jinê pêk anî. Sedsala 21'an de hişmendiya dewletê têk biçe." Di panelê de li jinan qurnefil hatin belavkirin. Jinan piştî pêşkêşkirina panelê pirsgirêkên xwe parve kirin û nîqaş kirin. Herî dawî sînevîzyon hat temaşekirin.
MÊRDÎN
Hevbirên KJA'yê yê Mêrdînê jî bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li li taxa Saraçoglu ya Artukluyê bernameyek pêk anî. Rêveberên DBP, HDP'ê yên jin, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê û Artukluyê û gelek jinên din amade bûn. Jinan di çalakiyê de pankarta “Bi ruhê Zîlan, Bêrîtan û Sêvê 8’ê Adarê pîroz be” vekirin û bername pêk anîn. Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Februniye Akyol Akay, diyar kir ku polîtîkayên teşhîrkirina bedena jinê wê ti carî bi ser nekevin û ew beden wê têkoşîna wan mezintir bike.
JIN LI STEWRÊ MEŞIYAN'
Jin li bajaroka Ewêna ya navçeya Stewrê jî bi heman armancê meşiyan. Rêveber û nûnerên KJA, DBP, HDP, KCD'ê û hevşaredarên Stewrê beşdarî meşê bûn. Jin li qada Ewêna kom bûn û siloganên "Jin jiyan azadî”, "Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û wêneyên jinên siyasetmedar ên li Parîs û Sîlopyayê hatin qetilkirin rakirin.
Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê jî bi heman armancê starta şahiyên 8'ê Adarê hat dayîn.Jinan li taxan qurnefil belav kirin. Jinan ji bo çalakiya sibehê saet di 12.00’an de banga tevlîbûnê kirin.
COLEMÊRG
Hevbirên KJA'yê li avahiya DBP'ê ya Colemêrgê kom bûn û bi minasebeta 8'ê Adarê ji jinên girtî re qert şandin. Nûnerên KJA, HDP, DBP û hevşaredar ên jin tev li çalakiyê bûn. Jinan piştî li postexaneyê qert şandin li Nexweşxaneyê jinên nexweş ziyaret kirin.
AMED
Meclîsa Platforma Şaxan a KESK'ê ya Amedê jî bi minasebeta 8'ê Adarê qert ji jinên girtî re şandin. Jin li ber Postexaneya semta Ofisê ya Yenîşehirê kom bûn û kart şandin. Sekretera Şaxa SES'ê ya Amedê Fatma Yildizhan daxuyanî da diyar kir ku teşhîrkirina bedena jinê nayê qebûlkirin. Jinan di çalakiyê de siloganên "Jin jiyan azadî" berz kirin û qert şandin.
Yekîneya Jinan a Şaredariya Rezan jî li salona konferansê ya Şaredariyê bernameyek pêk anîn.