Li Şêx Meqsûd û derdora wê şerên dijwar qewimîn
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku di şerê heta êvara 2’ê Adarê li Seken Şebab, Seken Şikeyf, Rêya Cendol û qada Benî Zêde qewimîne de gelek çete hatin kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, ragihand ku êrîşên çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam, Ketîbeyên Qoqaza û Mûhacîrîn ên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê û derdora wê dewam dike.
Navenda Çapemeniya YPG’ê da zanîn ku di çarçoveya van êrîşan de, heta êvara 2’ê Adarê şer bê navber dewam kiriye, wiha got: “Di şerê li qada Seken Şebab, Seken Şikeyf, rêya Cendol û Benî Zêd de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Lê têkîldarî hejmarek zelal a mirî û birîndaran de agahî nehatin bidestxistin. Hêzên me di şerê li ser rêya Kastello-Cendol de panzerek çeteyan desteser kirin.
Êrîşên ku çeteyan 2’ê Adarê saet 16.00’an li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi hewan û topên dojehê dane destpêkirin hê jî bê navber dom dikin. Li hember êrîşên ku gelê sivîl tê hedefgirtin, hêzên me di asta pêwîst de bersivê didin.
3 hevalên me yên di şkandina êrîşên çeteyan de rolên mezin lîstin, gihiştin şehadetê.”