Li Yenîmahalleya Geverê êrîş didomin

Ji danê sibehê ve li ser Yenîmahalleya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê êrîşên dewleta Tirk didomin. Ji taxê dengên dijwar ên teqîna tên.

Ji danê sibehê ve li ser Yenîmahalleya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê êrîşên dewleta Tirk didomin. Ji taxê dengên dijwar ên teqîna tên.

Piştî hêzên dewleta Tirk êrîşî Taxa Yenîmahalle ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê kirin, şer derket. Li taxa ku dengên teqîn û çekan bi dijwarî tê, di encama hêzên dewletê ketober gule li ser gel reşandin de dîwar û şibekayên malan qûnqûnî bûn. Rêya Oremar û Îpekê ji aliyê Kobra û wesayîtên zirxî yên Kîrpî ve hatine dorpêçkirin.

Xwendekarên ji bo protestokirina dorpêça taxê dibistan boykot kirin jî li navenda sûkê meşek li dar xistin. Xwendekarên bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Geverê” û “Qatil Dewlet Hesap Bide” meşiyan rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê hatin. Ji ber bombeyên gazê, li navenda sûkê dikandar neçar man dikanên xwe bigirin.
Her wiha rêya diçe bajarokê Bajîrge jî ji aliyê leşkerên Tabûra Efeler hat girtin. Di ketinan de lêgerîn pêk tên.

Ji taxa ku qedexeya emelî lê didome dengê teqînên dijwar bilind dibin, hêzên dewletê yên rêya Oremar û Cadeya Îpekyolû dorpêç kirine jî êrîşî gel dikin. Li hember êrîşan, gel li taxan bi çalakiya dengderxistinê bersivê dide, li ser taxan tevgerek zêde ya helîkopteran heye. Ji wesayîtên ku têketina taxê dorpêç kirine, dengê sirûda Mehterê tê.