Ji QSD'ê operasyona 'Tolhildana Cûdî û Êlîn'
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina rojavayê çiyayê Kizwanan, bi navê 'Tolhildana ji bo Êlîn û Cûdî" operasyonek dan destpêkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina rojavayê çiyayê Kizwanan, bi navê 'Tolhildana ji bo Êlîn û Cûdî" operasyonek dan destpêkirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo paqijkirina rojavayê çiyayê Kizwanan, bi navê 'Tolhildana ji bo Êlîn û Cûdî" operasyonek dan destpêkirin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê operasyona xwe ya çaremîn a li rojavayê Çiyayê Kizwanan a bi navê "Tolhildana ji bo Cûdî û Êlîn" a wefadariya bi şehîdên Girê Spî re ragihand.
Daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya QSD’ê ku di malpera xwe ya fermî de weşandiye wiha ye:
"Komên çete bi alîkariya dewleta Tirk êrîşeke dijwar û berfireh anîn ser herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de. Armanca wan ji vê yekê girtina vê rêyê û careke din dagirkirina herêmê bû. Hêzên me yên bi lehengî li hemberî wan sekinîn, di demeke kurt de êrîşên wan pûç kirin û nehiştin bigihêjin armanca xwe.
Tevî destwerdana lezgîn a hêzên me jî, lê çeteyan li dijî sivîlên bajarê Girê Spî û gundê Hemam Turkmenê komkujî pêk anîn. Ji bo wefadariya bi şehîdan re û tolhildana van sivîlan bi taybet her du zarokên bi navê Cûdî Xelef û Êlîn Xelef ku bûne sembola komkujiyê, me dest bi operasyona xwe kir.
Armanc ji vê operasyona rizgarkirina herêma di navbera Şedadê heta ku digihîje başûrê herêma Girê Spî, her wiha avakirina hîzameke parastinê li derdora kantona Cizîrê û bajarê Girê Spî ye. Em dixwazin gelê xwe yê herêmê ji zordariya çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Ev operasyon bi beşdariya Hêzên Asayîşê yên Kantona Cizîrê, Hêzên Erka Xweparastinê, Hêzên Parastina Civakî û balafirên Koalîsyona Navneteweyî pêk tê.
Em bang li gelê xwe yê li başûrê Şedadê, Çiyayê Kizwanan û başûrê rêya navneteweyî dikin ku wekî herêmên din piştgiriyê bidin hêzên me. Em ji ciwanên herêmê jî dixwazin dema ku hêzên me gihîştin cem wan ku tevlî hêzên me bibin da ku em bi hev re şerê terorîstan bikin. Bila xelkên herêmê ku agahiyên wan bi cih û navendên çeteyan li herêmê hebin, hêzên me agahdar bikin û bi me re bibin alîkar da ku aramiya wan were parastin.
Em soz didin gelê Sûriyeyê yê leheng bi hemû pêkhateyên wê ku em di operasyona xwe ya çaremîn de bi ser bixînin. Em di operasyona Hol, Bendava Tişrîn û Şedadê de bi ser ketin û wê ev serketin heta paqijkirina tevahiya xaka Sûriyeya delal ji qirêjiya çeteyan dewam bikin."