KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Amed ji bo biherike Sûrê amade ye
Li ser banga KCD, DBP, HDP û KJA'yê îro wê gel ji hemû navçeyên Amedê biherikin Sûrê. Amadekariyên meşê bi dawî bûn. -
Li Kerboranê çalakiya li dijî maşîna zirxî
Li Kerboranê, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqîneke dijwar rû da. -
Li Nisêbînê êrîşan tevahiya şevê dewam kirin
Li Nisêbînê, ji maşînên zirxî yên dor li taxên berxwedanê girtibûn, tevahiya şevê gule li taxan hatin reşandin. -
Wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê: Cenazeyek ji sindoqê hat derxistin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê li malekê di hundirê sindoqekê de cenazeyekî bi gulebaranê hatiye qetilkirin, hat dîtin. -
Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin
Çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomînin. Ji ber êrîşên dawî sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn. -
Hevşaredarên DBP'yî hatin binçavkirin
Hevşaredarên DBP'yî yên navçeya Wan Bêgirê Safûre Guneş û Emrah Gultaş ji malên xwe hatin binçavkirin. -
Li Qersê 'herêma leşkerî' hat îlankirin
Li navçeyên Qamuşan û Qaqizman ên Qersê 5 herêm heta 15'ê Adarê weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatin îlankirin. -
Êrîşa li dijî Girê Spî li wargeha AFAD'ê ya li Kaniya Xezalan hat amadekirin
Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî, ku ji du baskan ve ji aliyê Tirkiye û Reqqayê ve hat kirin, derket holê, ku baskê êrîşê yê aliyê Tirkiyeyê, li wargeha AFAD'ê ya li Kaniya Xezalan hatiye plankirin. -
Li Cizîrê teqîna dijwar
Piştî ku li Cizîrê "qedexeya derketina derve" bi rojê hat rakirin, welatiyan dest bi vegera li malên xwe kirin. Li taxa Cûdî, di teqîneke ji ber sedemeke nediyar e de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn. -
Lêgerînên li nava PDK'ê û nerazîbûna Enqereyê
PDK'ê di dema dawî de civînên xwe zêde kir. Ji aliyekî ve bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dike, li aliyê din jî civênên li nava xwe zêde kiriye. -
Çelîk: Me serî li ber dorpêçiyê netewand, em ê destûrê nedin TOKÎ
Keyayê taxa Lalebey a navçeya Sûrê Abdullah Çelîk diyar kir, çawa ku wan serî li ber dorpêçiya dewletê netewand, ew ê destûrê nedin TOKÎ. -
Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo çalakiya Sûrê bang kirin
Dayikên Aştiyê yên Amedê, der barê çalakiya ji bo Sûrê de banga tevlîbûnê kirin. -
Der barê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yuksek jî lêpirsîn hat destpêkirin
Hate hînbûn ku der barê Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek ê bi daxwaza rakirina dorpêça Sûra banga meşa ji bo sibehê kir jî ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn hatiye destpêkirin. -
Li Geverê gel li dijî êrîşên polîsan rabûn berxwedanê
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê wesayîtên zirxî yên ku li taxan hatin bicihkirin, kolanan ketober didin ber guleyan. -
Li Taxa Ben û Senê di malekê de teqînek pêk hat
Li Taxa Ben û Sen a Amedê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bûye. -
Doza ‘KCK’ê ya li Colemêrgê hat taloqkirin
Doza 22 siyasetmedarên kurd ên di operasyonên KCK'ê ya 2011'an de li Colemêrgê hatin girtin û serbest hatin berdan hat taloqkirin. -
Der heqê Demîrtaş de lêpirsîna Sûrê hat vekirin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş de têkildarî axaftina duh li Sûrê kir lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Sûrê bi awayekî zêde top tên barandin
Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 91 roj in di bin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de ye, dengê teqînên top û guleyan zêde dibin. Li Sûrê nêzî 200 welatî asê mane û nikarin ji malên xwe derkevin. -
Divê dewleta Tirk êrîşên li hember Kurdan rawestîne
Bertekek li dijî êrîşên qirkirinê yên AKP’e û dewleta Tirk jî ji Partiya Modera a Swêdê hat. -
Bi ruhê Newrozê ji bo Meşa Sûrê seferberî
Li ser banga KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê ya "Her kes bimeşin Sûrê" amadekariyên Meşa Sûrê ya deh hezaran destpê kir. -
YRD: Şoreş Mistefa weke erk her dem ronîkirin digirt
Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD), têkildarî Rojnamevan Şoreş Mistefa yê ku jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek weşand. -
Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin. -
Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê hatin eşkerekirin
Nasnameyên 6 şervanên YPG/YPJ’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane, hatin eşkerekirin. -
YPG: Êrîşên çeteyan berdewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şer eşkere kir. -
Cenazeyên 6 kesan ên ku nehatin teşxîskirin ji aliyê gel ve hatin definkirin
Ji 27 cenazeyên ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Mêrdînê, ji wan 6 cenazeyên ku nehatin teşxîskirin ji aliyê MEYA-DER û gel ve li Mêrdînê hatin defnkirin.