Bi ruhê Newrozê ji bo Meşa Sûrê seferberî

Li ser banga KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê ya "Her kes bimeşin Sûrê" amadekariyên Meşa Sûrê ya deh hezaran destpê kir.

 Li ser banga KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê ya "Her kes bimeşin Sûrê" amadekariyên Meşa Sûrê ya deh hezaran dest pê kir. Li navçeyên Peyas, Rezan û Yenîşehîrê xebata seferberiyê dest pê kir. Hêzên civakî û sivîl yên navçeyan li tax, kolan û malan dest bi xebatan kirin û amadekariya sibehê  dikin. wê sibehê  saet di 16.00'an de wê bi deh hezaran ji çar aliyan ve bimeşin Sûrê. 

PEYAS

Endam û rêveberên KCD, KJA, DBP û HDP'ê li navçeya Peyasa Amedê ji bo Meşa Sûrê li tax, kolan û malan dest bi xebatan kirin. Kom bi kom li Taxên Gaziler, Diclekent û Hûzûrevlerî li malan digerin û banga Meşa Sûrê ya sibehê  pêk bê dikin. Rêveberan bang li her kesî dikin ku bi Ruhê Newrozê beşdarî Meşa Sûrê bibin. 

YENÎŞEHİR

Li navçeya Yenîşehîrê jî endam û rêveberên KCD, DBP, HDP, KJA'yê bi heman armancê li tax, kolan û malan 5 hezar belavok belav kirin. Li Semta Ofis, Seyrantepe, Îplik û Şehitlikê li nava welatî û esnafan geriyan û xwestin her kes beşdarî Meşa Sûrê ya sibehê  bibin. 

REZAN 

Li navçeya Rezan a Amedê jî endam û rêveberên KCD, DBP, HDP, KJA'yê bi heman armancê li tax, kolan û malan geriyan û banga Meşa Sûrê kirin. Wekîla HDP'ê Feleknas Uca, Hevserokê DBP'ê ya Rezan Ramazan Dengiz û Endamê Meclîsa Gel a Rezan bang li welatiyan kir ku sibehê  her kes beşdarî Meşa Sûrê bibin. Rêveberan li Korhat, Kaynartepe û Mevlana Halitê welatî û esnaf ziyaret kir û her kes dawetî meşê kirin. 

Sibehê  wê ji 13 navendên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê gel li hev kom bibe û bimeşin Sûrê. 

Navendên ku gel kom bibe û bimeşin Sûrê wiha ne: 

Li Navçeya Rezan: Meclîsa Korhatê. Meclîsa Kaynartepe, avahiyên DBP-HDP'ê yên Rizan. Meclîsa taxa Mevlana Halitê. 
Li navçeya Yenişehir: Meclîsa Şehîtlîk, Meclîsa Îplîk, Meclîsa Seyrantepe û avahiya KCD'ê. 

Li navçeya Peyasê: Meclîsa Huzurevlerî, Meclîsa Gaziler, Parka Rovajava, Duriyana Medya Diclekentê û Meclîsa Mezopotamyayê kom bibin.