Li Taxa Ben û Senê di malekê de teqînek pêk hat
Li Taxa Ben û Sen a Amedê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bûye.

Di encama teqîna di mala li Kolana Mizgefta Koşeler a Semta Şehîdan a Taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîr a Amedê pêk hat de, kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Sedemê teqînê nehat zanîn. Mala ku teqîn lê pêk hat bêkêr bû.
Li gel sewqkirina gelek ambûlansan jî, gelek wesayîtên zirxî yê polîsan jî hatin sewqkirin û tîmên taybet û wesayîtên Ford Ranger ên bê plaqe jî hatin şandin. Li derdora malê xeta ewlekariyê hat kişandin û polîsên bi rûpoş jî kolan girtin.
Ji ber dijwariya teqînê camên şibakeyên malên derdor şkestin. Hat ragihandin ku mirî û birîndar rakirine Nexweşxaneya Selahedînê Eyûbî.
Li aliyê din, ji ber sedema şkestina camên şibakeyên malan gelek welatî bi sivikî birîndar bûne.