Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç ji aliyê hezaran ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin.
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin.
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tunç ê dema li Cizîrê de jêrzemina hovîtiyê de bû gotina "Em çog naşikînin, bila gelê me bi me ser bilind be" bi kar anî bû û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin definkirin. Di merasîmê de bênavber diruşma "Botan bi we serbilind e" hate berzkirin de Hevserokê Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît wiha got: "Binêrê hevrê Mehmet, mizgînî li te bihar hat. Bihara ku bi hesret li bendê bûn hat."
Cenazeyên Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç ê dema li Cizîrê de jêrzemina hovîtiyê de asê mabûn gotina "Em çog naşikînin, bila gelê me bi me ser bilind be" bi kar anî bû bi vî rengî di hefizayan de ma û birayê wî Orhan Tunç bi merasîma ku hezaran kes beşdar bûn ve hatin oxirkirin. Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, gelek parlamenter, Hevserokên meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît û Ayşe Çîftçî, rêveberên HDP, DBP û MEYADER'ê jî tevlî merasîma cenayê ya li Goristana Nalaroyê ya li taxa Behçelîevlerê bûn.
Darbestên herdu birayên Tunç ji aliyê ve di têketina taxa Behçelîevlerê de hate hilgirtin û di meşê de gotina Hemmet Tunç a di dema berxwedana Cizîrê de ya "Me çog neşikand û em ê neşikînin, bila gelê me bi me berbilind be" û dirûşmên "Me çog neşikand em ê neşikînin" "Botan bi we ser bilind e" "Bijî Serok Apo" "Bijî berxwedan Cizîrê" "Ey şehîd xwîna we li erdê namîne" "Tolhildan" "Şehîd namirin" berz kirin. Bi meşa ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û herdu birayên Tunç hate vekirin ve gel hate goristanê.
BI NERGÎZ Û QURNEFÎLAN VE HATIN OXIRKIRIN
Welatiyên ku wêneyê Mehmet Tunç li pesîra xwe ve kirin bi strana "Rakin şehîdê me rakin" ve nergîzên ku sembola biharê ne danîn ser darbestan. li aliyê din dayikên Sêvê Demîr û Fatma Uyar ên ku di berxwedana Silopiyayê de jiyana xwe ji dest dan jî ji bernameya 8'ê Adarê ya li Silopiyayê hatin û tevlî merasîma cenaze bûn û qurnefîl danîn ser darbestan.
'JI BO AZADIYÊ CANÊ XWE FEDA KIRIN'
Li goristanê sirûda "Ey Reqîb" hate xwendin û rêz hate girtin. Piştre li ser navê MEYADER'ê Mahmut Kaplan axivî û ji bo malbata Tunç sersaxî xwest. Kaplan wiha got: "Van kesan ji bo azadiya gelê Kurd ked dan. Azadî xwestin û ji bo azadiyê ruhê xwe dan. Di rûpelên dîrokê de wan jî bi xwîna xwe rupelek nivîsî û ji me re rêya azadiyê vekirin. Em bi mezinkirina berxwedana wan berpirsyar in. Bila serê gelê me sax be."
YÎGÎT: MIZGÎNÎ LI TE HEVAL MEHMET VA YE BİHAR HAT
Hevseroka Meclîsa Gel a Şirnexê Umran Yîgît jî axivî û wiha got: “Tu bi xêr hatî heval Mehmet. Ji warê berxwedan, egîdan, warê Bêrîvanan tu bi xêr hatî warê Bîşengan. Hevalno divê em şînê negirin. Roj ne roja şîn girtinê ye. Roj roja berxwedanê ye. Roj roja bi destxistina azadî û diyarkirina ji gelê Kurd re ye. Hevalê Mehmet çog neşikand û hewce heye ku em jî berxwedana wan berdewam bikin. Em soza berdewamkirina berxwedana wan didin. Daxwaza wan a herî dawî neteslîmkirina welat a ji çeteyan bû. Wan teslîm nekirin. Ji ber berxwedana hevalên me serê me bilind e. Biner heval Mehmet va ye bihar hat. Bihara ku me hesreta wê dikir va ye hat. Gotinên te yên dawî ji me re talîmat e. We çawa li Cizîrê dîrok nivîsand wê em jî soza girêdana berxwedana we didin.”
YUKSEKDAG: EM BI WAN SERBILIND IN
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî sersaxiya malbata Tunç xwest û slav li berxwedana gelê kurd kir. Yuksekdag wiha got: “Di rojên ku Mehmet Tunç û hevalên xwe li ber xwe didan me berpirsyariya xwe neanî cih. Roj roja dayina deynê wan e. Roj roja gihandina berxwedana Mehmet an e. Em bi wan serbilind in û Kurdistan bi wan serbilind e.”
IRMAK: WAN BIHAR TESLÎMÎ ME KIR
Hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî diyar kir ku roja bilindkirina têkoşînê hatiye û wiha got: “Li hemberî wehşet û komkujiyan roj roja bilindkirina têkoşînê ye. Van kesan bihar anîn. Wan kesan bihar teslîmî me kirin. Wan kesan laşên xwe di nav zivistana sar û havînê de kirin pir. Em niha di vê pirê de dimeşin. Divê gelê me baş bizanibe niha em li ser vê pirê ne û hindik rêya me maye. Roj roja bilindkirna mîrasa wan e. Rêya me ji niha de vekirî be.”
‘SERÊ KURDISTANÊ SAX BE’
Dayika Orhan Tunc û Mehmet Tunc a ku di dema merasîmê de ji ber darbestên zarokên xwe veneqetiya jî axivî û wiha got: "Mehmet û Orhan tenê ne şehîdên min in. Ew şehîdên Kurdistanê ne. Serê me teva,serê gelê Kurdistanê sax be."
Piştî axaftinan birayên Tunc li cem kesên din yên ku di berxwedana xweseriyê de jiyana xwe ji dest dane hatin definkirin.