Dayikên Aştiyê yên Amedê ji bo çalakiya Sûrê bang kirin
Dayikên Aştiyê yên Amedê, der barê çalakiya ji bo Sûrê de banga tevlîbûnê kirin.
Dayikên Aştiyê yên Amedê, der barê çalakiya ji bo Sûrê de banga tevlîbûnê kirin.
Dayikên Aştiyê yên Amedê, der barê çalakiya ji bo Sûrê de banga tevlîbûnê kirin.
Li Amedê, çalakiya nobedê ya ji bo rakirina dorpêçiya li ser Sûrê ji aliyê HDP, DBP, KCD û KJA ve li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê hat destpêkirin, di roja 7. de dewam dike. Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek û Hevserokên KCD'ê Hatîp Dîcle û Selma Irmak jî duh tevlî çalakiya nobedê bûbûn. Ji beşdarên çalakiyê Dayikên Aştiyê yên Amedê jî têkildarî meşa ji bo Sûrê banga tevlîbûnê kirin.
Mesaja Dayikan bi vî rengî ye:
'TÊKOŞÎNA GEL MAFDAR E'
Rahîme Înce: Ji bo malbatên xwe yên ji ber êrîşa dewletê li Sûrê di jêrzemînan de asê man e, em çalakiyê lidar dixin. Îro meşa me ye. Weke jinekê bang li tevahiya gelê Amedê dikim. Her wiha banga min li teavhiya Kurdistanê ye. Ji destê kê çi tê divê ji bo Sûrê bike. Bila her kes beşdarî vê meşê bibe. Em naxwazin komkujiyeke mîna ya Cizîrê li Sûrê jî rû bide. Em naxwazin êdî ti jin bigirî. Pêwîste ev şer derhal bê sekinandin. Divê vê jî bêjim; heta dilopa dawî ya xwîna xwe ez ê li dû têkoşîna gelê xwe bim. Em ê bibin şopdarê têkoşîna zarokên xwe. Ev têkoşîna vî gelî, mafdar e. Berxwedan jiyan e.
'SÛR RÛMETA ME YE'
Kûdret Eryilmaz: Bila êdî her dayik zarokê xwe bixe şûna yê li Sûrê û bi vî rengî rewşê binirxîne. Divê her kes vê hîs bike. Dibe ku wê demê mirov li mala xwe rûnenên û pêşî li komkujiyeke gengaz bigirin. Em naxwazin bibe mîna Cizîrê. Roj roja razanê nîne. Roj roja hişyarbûna ji xewê û xwedîderketina li têkoşîna gel e. Ez hefteyekê li Sûrê asê mam. Hin dayikên me bi hefteyan asê man. Zexta dewletê bi gotina wehşetê dikare were vegotin. Banga min ev e; Her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im, her kesê destê xwe datîne ser wijdanê xwe, bila wî wijdanê xwe bike Sûr. Bila wî wijdanê xwe li Sûrê hîs bike. Pêwîste her kes ji xwe re bêje, gelo ji bo Sûrê ez dikarim çi bikim. Em bêjim; cîhan tev vê qîrîna Kurdan nabihîze, baş e Kurd qîrîna xwe nabihîze? Bi zorê em nebûn xwediyê mal û milkê kesî. Me bi zorê ava kesî nebir. Gelo sûcê me yê yekane Kurdbûn e? Em xwedî mal û milkên vê xakê, xwedî çanda vê xakê ne. Ew mirovên xerîb hatine bi tank û topan axa me talan kirine, malên me talan dikin. Ev ne cara yekê ye, berê jî ev kirin. Divê Erdogan çavê xwe veke. Tansû Çîller em ji gundê me derxist, ew jî niha hewl dide heman tiştî bike. Em ê ti carî hêlîna xwe neterikînin. Malên me bişewitînin jî em ê kon vedin û li xaka xwe bimînin. Divê hemû dayikên Kurd bi vî rengî nêzî Sûrê bibin. Sûr namûsa me ye, Sûr rûmeta me ye. Axa me ye Sûr. Eger Sûr ji destê me biçe, em ê hingî şerefa xwe winda bikin. Lewma çavê wan berxwedêrên li Sûrê maçî dikim. Wê berxwedana wan a dîrokî silav dikim. Înşalleh destê Resûllûllah wê li ser milê wan be.
'SEROKKOMARÊ DIXWAZE KURDAN BIKUJE'
Nevriye Kaçan: Ez berxwedana Sûrê silav dikim. Hêvîdar im em ê rojên azad û aştiyê bibînin. Em çiqasî êşê bikişînin, em ê ewqasî rojên bedew bibînin. Çi heyf e mirovekî mîna Erdogan bûye Serokkomar. Gelo Serokkomarek dikare mirinê li ser mirovên xwe, gelên xwe ferz bike? Kes ti kesî naxe nava lepên mirinê. Berê, dema gur dikevin nava pez hemû dikuştin. Nedixwarin, bi tenê dikuştin. Ev Serokkomar jî mîna wan guran e. Ev Serokkomar çiqasî Kurdan bikuje, dixwaze hîn bêhtir bikuje. Bila Tirk wî weke dostê xwe nebînin. Mirovên bi vî rengî bi kêrî kesî nayê. Lewma ez bang li gelê Tirk dikim. Hûn jî bên ser hişê xwe. Yên dimirin zarokên mirovên xizan in. Werin em hemû bi hev re têbikoşin. Em mirovahiyê diparêzin. Her wiha bang li Kurdan dikim; her kesê xwedî şeref, her kesê doza mirovahiyê diparêze, bila bersivê bide vê qîrînê û dakeve kolanan. Werin Sûrê û em bi hev re xwedî lê derkevin. Ew mirovên me ne. Yên li wê derê ne, mirovên me ne.