Wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê: Cenazeyek ji sindoqê hat derxistin
Li taxa Cûdî ya Cizîrê li malekê di hundirê sindoqekê de cenazeyekî bi gulebaranê hatiye qetilkirin, hat dîtin.
Li taxa Cûdî ya Cizîrê li malekê di hundirê sindoqekê de cenazeyekî bi gulebaranê hatiye qetilkirin, hat dîtin.
Wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê, roj bi roj eşkere dibe. Li taxa Cûdî ya Cizîrê li malekê di hundirê sindoqekê de cenazeyekî bi gulebaranê hatiye qetilkirin, hat dîtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve ya ku ji 14'ê Kanûna 2015'an heta niha berdewam dikir serê sibehê bi roj hate rakirin. Welatiyên Cizîrê çûn malên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xerakirin kontrol kirin. Di vê navberê de li kolana Akdenîzê ya taxa Cûdiyê dîmenekî hovîtiyê ve rû bi rû man.
Li malê di hundirê sindoqekê de cenazeyekî nayê naskirin hate dîtin. Tê texmînkirin ku cenaze aydî kesekî ku xwe ji hêzên dewletê di hundirê sindoqê de veşartiye ye û dema ku hatiye ferqkirin jî bi gulebaranê hatiye qetilkirin.
Tê payîn caneza rakin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.