YPG: Êrîşên çeteyan berdewam dikin
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şer eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şer eşkere kir.
Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyekê rewşa dawî ya şer eşkere kir.
Daxuyaniya ku YPG’ê daye wiha ye:
“28’ê Sibatê saet 01.00-03.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin ser başûrê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.
Piştî vê êrîşê çeteyan ji bejahî ve li dijî bendavê êrîşek dan destpêkirin. Hêzên me bersivên tund dan êrîşên çeteyan, ji 5 baskên cûda li dijî Girê Şehîd Şervan û hawirdora wê ya dikevin rojhilatê bendava Tişrîn. Şerên li qadê heta serê sibehê saet 05.00’an bê navber berdewam kir. Gundê Ebu Sifah a ku êrîş jê destpê kir û dikeve rojhilatê bendavê jî bû hedef.
Di şerên li van qadan de doçkayek 23.5mm hat ruxandin. Piştî van şerên ku kuştî û birîndarê çeteyan nehatî zelalkirin, hêzên me li qadê operasyonek li dar xist. Di encama vê operasyonê de 2 tifingê du lûle, 2 bombeavêj, 1 bombeya destan, 1 lûleya BKC û 200 guleyên kleşê hatin desteserkirin.
Komên çeteyan saet 23.00’an de jî hewldan ji bakurê bendavê bikevin qadên me. Piştî bersivdayina hêzên me komên çeteyan neçar man ji qadê birevin.
28’ê Sibatê saet 12.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji nêzîkî gundê Hemama ya li başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin gundê Qereqozax a dikeve başûrrojavayê Kobanê.
28’ê Sibatê saet 00.00’an çeteyên El Nusra û Ehrar El Şam li dijî taxa Şêx Meqsud û hawirdora wê êrîşek berfireh lidarxistin. Di şerên ku li Seken Şebab û çerxerêya Eşrefiye dijwartir bû de derbên giran li çeteyan hatin xistin. Di van şeran de 1 tank, 1 panzer, 1 topa cehenemê û doçkayek 14.5mm hatiye ruxandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van şeran de nehatiye zelalkirin.
Di heman rojê de çeteyan li ser rêya Cendol jî êrîşek lidarxistin. Di vê êrîşê ku hêzên me bersivên tund dan, 2 çete hatin kuştin. Di heman saetan de li çerxerêya Sekên Şebab jî êrîşek hat lidarxistin û li vir jî 4 çete hatin kuştin.
Di van şerên belavî 2 rojan bû de 3 hevalên me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadete.”