Êrîşên çeteyan ên li hemberî Şêxmeqsûd dewam dikin

Çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam ên pişta xwe dispêrin dewleta Tirk, êrîşên xwe yên li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê didomînin. Ji ber êrîşên dawî sivîlekî jiyana xwe ji dest da, 5 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên El Nûsra û Ehrar el Şam şevê din derdora saet 00.00 û heta 01.00’an bi çekên giran û tupên gazê ji aliyê Seken Şebabî û Benî Zêd ve, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di encama êrîşa çeteyan de, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û 5 jî birîndar bûn. Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê rakirin navenda Heyva Sor a Kurd a li taxê.

Êrîşa çeteyan a li ser taxê dewam dike.

Çeteyên El-Nûsra, Ehrar El-Şam, Feyleq El-Şam, Sultan Mihemed El-Fatih, Sultan Murad, El-Cebhe El-Şamiye, Ceyîş El-Şam, Ceyîş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqêm, Ketîbeyên Ebû Emara, Tevgera Fecir El-Şam a Îslamî, Siqûr El-Cebel, Fursan El-Heq, Ceyîş El-Izze,  Ceyîş El-Nesir, Cunduleqsa, Muhacirîn û El-Ensar, Ketîbeyên Sefwa yên Îslamî, Firqa 113 û Firqa 16, Ketîbeyên Ehfad Umer, Ceyîş El-Îslam û Feyleq El-Rehman ji 16’ê Sibatê ve bi rengekî hovane, êrîşî taxa Şêxmeqsûd dikin.