Cenazeyên 6 kesan ên ku nehatin teşxîskirin ji aliyê gel ve hatin definkirin

Ji 27 cenazeyên ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Mêrdînê, ji wan 6 cenazeyên ku nehatin teşxîskirin ji aliyê MEYA-DER û gel ve li Mêrdînê hatin defnkirin.

Ji 27 cenazeyên ku di jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û ji bo otopsiyê rakiribûn Mêrdînê, ji wan 6 cenazeyên ku nehatin teşxîskirin ji aliyê MEYA-DER û gel ve li Mêrdînê hatin defnkirin.

Dema ku cenaze ji nexweşxaneyê hatin girtin, Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora, Rêveberên HDP û DBP’ê yê bajar û navçeyê, Dayikên Aştiyê, Hevşaredarê Mêrdînê, Hevşaredarên DBP’ê yên herêmê û malbatên ku ji bo teşxîskirina cenazeyan mînakên xwînê dabûn jî amade bûn. Cenaze bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana Cizîrê” ji morgê hatin girtin. Di vê navberê de dayikan gotin: “ Em dayik û bavên ciwanên Kurd ên qehreman in. Ciwanên ku ji bo gelê xwe canê xwe didin bibînin. Em her demê bi wan serbilind in.” Cenazeyên bi alên kesk, sor û zer ên hatin pêçan bi konvoyekî dehan wesayîtan rakirin Goristana Gel a Mêrdînê.

Piştî rêzgirtina ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û şûn de di merasîmê de Serokê Şaxa Mêrdînê ya MEYA-DER Mêrdînê Abdullatîf Tabar axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd ji bo gelê xwe li Cizîrê ruhê xwe kirin qûrban. Tabar anî ziman ku heta dawiyê ew wê deyndarê wan bin. Tabar got: “Êdî roj roja bûna yeke. Bi revîn û bêdengiyê ti çareserî nabe.”

Piştî Tabar, Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk axivî û banga li hember êrîşên dewleta Tirk bibin yek kir. Tirk wiha anî ziman: “ Ji vê bawer bibin ku bêdengî û revîn dibe sedemê qirkirina Kurdan û fetisînê. Gelê Kurd divê li hember qetlîaman li rex gelê xwe cih bigirin û xwedî li têkoşîna wan derkevin. Bi vî awayî em ê bigihêjin demokrasiyê. Lê, eger em li hember vê bêdeng bibin, wê gelê Kurd gelek tiştan winda bike. Ji bo ku gelê Kurd negihêje azadiya xwe, em dibînin ku gelek lîstikên qirêj tên lîstin. Erê êş tê jiyîn. Lê, pêşiya me ronahiye. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de Gelê Kurd aktorekî pir mezin e.”

Turk diyar kir ku ew ê li gel kesên ku li Cizîrê hatibûn qetilkirin cih bigirin. Turk wiha got: “Cîhanê tev dît ku yên îro hatine qetilkirin ne bê xwedî ne. Gelê Kurd her demê li gel zarokên xwe ne. Sibehê wê malbatên wan werin, wan ziyaret bikin û em ê dîsa bi wan re bin.”
Piştî axaftinan cenaze li gel hev hatin definkirin.