Lêgerînên li nava PDK'ê û nerazîbûna Enqereyê

PDK'ê di dema dawî de civînên xwe zêde kir. Ji aliyekî ve bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dike, li aliyê din jî civênên li nava xwe zêde kiriye.

Partî Demokratî Kurdistan (PDK) di dema dawî de civînên xwe zêde kir. Ji aliyekî ve bi partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re hevdîtinan dike, li aliyê din jî civênên li nava xwe zêde kiriye. Çend hefte berê jî heyetek bi serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî lİ Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Ebadî re hevdîtin kiribû.

Hin daxuyaniyên di dema van hevdîtinan de tên dayîn, li ser rewş û qewimînên nava PDK'ê hin agahiyan didin.

Her çend mijara bingehîn a van hevdîtinan krîza siyasî û aborî be jî, di nava PDK'ê bi xwe de êdî tespîta "çavkaniya pirsgirêkan; çarçoveyeke teng a siyasî, serdestiya yek partî û rêberiya yek şexsî ye" tê kirin.

Endamê Konseya Serokatiyê ya PDK'ê Edhem Barzanî ku berê daxuyaniyên li hemberî polîtîkayên fermî yên PDK'ê dida, bû kesê destpêkê yê sînyalên guherînê da.

JI EDHEM BARZANÎ 'NÊRÎNÊN' NE JI RÊZÊ

Edhem Barzanîpiştî civîna rêveberiya PDK'ê ya hefteya bihurî axivî û got, "PDK'yî partiyê ji bo xizmeta xwe bi kar tînin. Sîwana Mele Mûstafa Barzanî gelekî mezin bû, niha gelekî biçûk bûye. Dibe ku astengî derkevin holê, lê biryarên hatine stendin divê vê carê ji sedî sed bi cih werin anîn." Bi van gotinên xwe re bal kişandibû ser pêwîstiya reformên bingehîn.

Barzanî ku di daxuyaniyên xwe yên beriya niha de jî li hemberî nêrîna fermî ya PDK'ê derketibû gotibû, "Gerîla li Tirkiyeyê dikare bibe parçeyekî ji hêza parastinê", "Êzidî dikarin bibin xwedî xwerêveberiyê".

Parlamenterê PDK'yî Alî Helo jî nêrînên bi heman rengî diparêze.

PDK di rewşeke zehmet de ye. Nakokî û hevrikiya siyasî ya navxweyî hêdî hêdî xwe dide der û nerazîbûn zêde dibe.

Hevpeyvîneke endamê Polîtburo ya PDK'ê Alî Huseyîn a da medya PDK'ê, nîşan dide ku aloziya nava partiyê gihaştiye kîjan astê.

Huseyîn got, "Di civîna civata giştî ya PDK'ê ya bi serokatiya Mesûd Barzanî de got, 'Serok Barzanî got, wê reform ji wezîfeyên payebilind destpê bikin. Hûn dikarin ji min destpê bikin. Yên biryaran bi cih nînin, wê rastî pêkanîna bên. Eger hûn ê berpirsyariyê qebûl nekin, hingî ji partiyê îstifa bikin'."

Li gorî axaftinên li kûlîsan, heman piştî vê civînê Edhem Barzanî li Silêmaniyeyê hatiye wezîfedarkirin û di rêveberiyê de hin guhertin hatine kirin.

NÊRÎNA HEVPAR: PDK NEÇAR E BÊ GUHERTIN

PDK li Başûrê Kurdistanê, di serî de Serokatî û Serokwezaretî gelek wezîfeyên leşkerî û siyasî xistiye destê xwe. Bêguman pirsgirêk ne tenê bi nava PDK'ê, bi demokrasiya nava xwe re eleqedar e. Tevî partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, tevî partiyên hevparê hikûmetê YNK, Goran, Yekgirtû Îslamî partiyên PKK, PJAK, PYD û HDP jî rexneyên cidî li PDK'ê ya rê ber li krîza sîstemî û rêveberiyê vekiriye, dikin.

Ji ber ku demokrasî û parlament bêbandor kiriye û rêveberî li gorî kêfa yek şexsî dimeşîne, hemû partî rexneyên tund li PDK'ê dikin.

Xusûseke din a ku hemû partiyên siyasî li her hemfikirin, siyaseta derve ya PDK'ê ye.

Hemû partî, rewşenbîr û rêxistinên civakî yên sivîl PDK'ê rexne dikin, ji ber ku xwe ji Bexdayê vedigire û bi Enqereyê re tifaqê dike. Vê yekê weke çavkaniya pirsgirêkan dibînin.

DEWLETA TIRK ZEXTÊ LI PDK'Ê Û PARTIYÊN BAŞÛRÎ DIKE

Der barê îdîaya teqîna lûbeya petrolê ya Kerkûk-Yûmûrtalik a di Rihayê re derbas dibe de, Berdevkê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê Sefîn Dîzayî bêyî delîl û agahiyeke şênber nîşan bide, beriya çend rojan PKK sûcdar kiribû û gotibû "Kiryar PKK ye û em vê şermezar dikin." PKK'ê jî gotibû, "Haya me ji vê teqînê nîne, me nekiriye." Serokwezîr Barzanî jî li ser mijarê gotibû, "Ez nikarim bêjim ku li hemberî lûleya petrolê teqînek hatiye kirin, ez nikarim bêjim PKK'ê ev kiriye". Bi vî rengî nîşan da ku ew daxuyaniya PKK'ê esas digire.

Ev daxuyanî ji du aliyan ve girîng bû. Ya yekemîn; ji ber ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê PKK esas girt, girîng bû. Ya duyemîn jî; ji ber ku Nêçirvan Barzanî Alîkarê Serokê Giştî yê PDK'ê ye, ev daxuyanî ji aliyê aloziya navbera PKK-PDK'ê ve girîng e.

DEMA WÊ BALKÊŞ E

Di dema vê daxuyaniyê de di malpera web a Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirk de ev îdîa hat kirin: "Roja 25'ê Sibatê PKK'ê li hemberû lûleya li Hezexê çalakiya sabotajê kir. Li heman herêmê gelek teqemenî hatin dîtin."

Dema bi baldarî dem û zimanê vê daxuyaniyê were nirxandin, wê were dîtin ku bi vê yekê re hatiye xwestin, bal hemû bizîvire ser PKK'ê, pêşî li nêzbûna li hev a PDK-PKK were girtin û bersivek li daxuyaniya Serokwezîr Barzanî ye.

Wer xuya ye dewleta Tirk ev helwesta PDK'ê ne eciband û bi vê daxuyaniyê re xwest dest li pêvajoyê werde.

DEWLETA TIRK ŞANTAJÊ DIKE

Di heman demê de Sekreterê Komîteya Navendî ya YNK'ê Adil Mûrad got, "Dewleta Tirk dibêje 'Eger YNK û Goran di mijara Rojava de mîna PDK'ê helwestê nîşan bidin, wê xeta petrolê vebe'. Bi vî rengî şantajê li Başûrê Kurdistanê dike."

Di vê mijarê de xaleke din a balkêş ew e, medya PDK'ê li şûna daxuyaniya Serokwezîr Barzanî bi giranî daxuyaniya rayedarên dewleta Tirk derxistin pêş. Ev rewş jî nîşan dide, polîtîkaya weşanê ya hin saziyên medyayê yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Enqereyê ve tê diyarkirin.

Ev rewşa heyî wê ji aliyê siyaseta PDK'ê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve encamên çi rengî bafirîne? Gelo wê PDK dest ji siyaseta xwe ya xwe dispêre navenda Iraqê berde û berê xwe bide siyaseta bi navenda Kurd? Pirsgirêkên bi Bexdayê re wê di çarçoveya destûra bingehîn, di çarçoveya hikûmeta federe û federal de çareser bibin? Em ê bibînin, lê belê ji bo rewşeke bi vî rengî rû nede, dewleta Tirk çi jê bê ew ê bike.