Çelîk: Me serî li ber dorpêçiyê netewand, em ê destûrê nedin TOKÎ
Keyayê taxa Lalebey a navçeya Sûrê Abdullah Çelîk diyar kir, çawa ku wan serî li ber dorpêçiya dewletê netewand, ew ê destûrê nedin TOKÎ.
Keyayê taxa Lalebey a navçeya Sûrê Abdullah Çelîk diyar kir, çawa ku wan serî li ber dorpêçiya dewletê netewand, ew ê destûrê nedin TOKÎ.
Keyayê taxa Lalebey a navçeya Sûrê Abdullah Çelîk diyar kir, çawa ku wan serî li ber dorpêçiya dewletê netewand, ew ê destûrê nedin TOKÎ.
Çelîk ji ANF'ê re axivî û got, "Ez bi tenê jî bimînim, ez ê Sûrê neterikînim. Ez Kurd im û bi nasnameya xwe re serbilind im. Bila min bi vî rengî qebûl bikin." Çelîk da xuyakirin, ku piştî Cizîrê gelê Kurd nikare komkujiyeke duyemîn a bi vî rengî rake û ev bang li rayedarên dewletê kir: "Êdî bes e, vê wehşetê biqedînin."
Li taxa Lalebey a navçeya Amed Sûrê, ku dorpêçiya li navçeyê roja 91'ê dagirt, Abdullah Çelîk ê 20 sal in keyatiyê dike, destekvanê herî mezin ê şêniyên taxê ye. Li hemberî dorpêçî û êrîşên dewletê, Çelîk moralê dide gel. Çelîk ê serî li ber dewletê netewand, nafikire ku rê bide TOKÎ. Çelîk anî ziman, dema êrîşên dewletê yên li hemberî Sûrê destpê kirin, ji taxa Lalebeyê jî gelek mirovan koç kirin û ragihand, ji sedî 10 ê 2 hezar hilbijêran ji ber zexta dewletê neçar man koç bikin. Çelîk got, "Li Lalebeyê gule li taxan hatin reşandin, li kolana Sîmar û kolaneke bingehîn a taxê teqînan rû dan, xisarê mezin çêbûn. Gelê taxê ji bo malên xwe neterikîne, gelekî li ber xwe da. Lê belê anonsên 'malên xwe biterikînin' ên li ber dengê çek û bombeyan hatin kirin, di nava gel de rê li ber endîşeyeke mezin vekir.
'ZILMA DEWLETÊ LÊ KÊM NEBÛ'
Abdullah Çelîk ê ku ji navçeya Amed Pasûrê ye, piştî ku leşkeran gundê Kamişli vala kir, neçar ma koçî Sûrê bike. Zilma dewletê ya bi salan lê hat kirin bi gotina "55 salî me û bawer bikin, emrê min bi dengê çek û bombeyan, bi koç û zilmê derbas bû" kurteber kir. Çelîk wiha axivî: "Dema leşkeran gundê me vala kirin, ez esnaf bûm. Ji me re gotin, 'ya hûn ê bibin cerdevan an jî hûnê gund vala bikin'. Hingî, bêyî ku rahêje tiştekî xwe, em ji gund derketin û hatin Sûrê. Li vê derê me gelekî xizanî dît. Li daîreyekê em pênc malbat dijiyan." Navborî ragihand, zilma dewletê beriya çend salan li wan hatibû kirin, îro ew li Sûrê qat bi qat zêdetir dibînin û destnîşan kir, ku vê carê ew ê bi ti awayî koç nekin û heta dawiyê li ber xwe bidin.
'GELÊ KURD NIKARE KOMKUJIYEKE DIN RAKE'
Çelîk da zanîn, ku gelê Kurd di nava ewqas salan de bi tenê di pêvajoya çareseriyê de bêhn hatiye ber û ragihand, terora dewletê mîna kabûsekê jiyana wan dagir kiriye. Çelîk bibîr xist, niha mîna Cizîrê zêdeyî 200 mirov li jêrzemînên avahiyên li Sûrê asê man e û ev bang li rayedarên dewletê û rêxistinên civakî yên sivîl kir: "Êdî bes e, vê wehşetê biqedînin. Çawa ku em li ber mirovên di êrîşa li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan ketin, bila her kes jî xwe bixe şûna mirovên li Sûrê asê man e û derhal bikeve nava tevgerê." Çelîk da xuyakirin, ku gelê Kurd nikare komkujiyeke din rake û hişyarî da ku eger ev dorpêçî bi vî rengî bidome, bûyer dikarin li metropolan jî der bidin. Çelîk xwest maseya çareseriyê ji nû ve bê danîn.
'EZ KURD IM, KÎ MIN QEBÛL DIKE BILA BI VÎ RENGÎ QEBÛL BIKE'
Çelîk got, "Li Sûrê em Kurd, Tirk, Elewî, Zaza, Ereb hemû bi xwişk û biratî dijiyan" û diyar kir, ku vî şerî berê her kesî daye cihekî. Keya Abdullah Çelîk da xuyakirin, ku li dergûşa şaristaniyê Sûrê mal veguherîne xirbe, çand hatiye tinekirin û destnîşan kir ku ew ê ti carî nehêlin TOKÎ bikeve nava Sûrê. Çelîk zîhniyeta TOKÎ bi vî rengî kurteber kir: "Beriya 5-6 salan li beşeke taxa Lalebey û li çend kolanên taxa Alîpaşa, avahiyên TOKÎ çêkirin. Mirov hemû xapandin. Di berdêla xaniyên mirovan ên gelekî bi qîmet bûn, rabûn daîreyeke erzan dan. Mirov di 70 saliya xwe de ketin xaniyê kirê. Ez ê TOKÎ qebûl nekim û neçim ti cihî. Ez bi tenê jî bimînim ez ê taxa xwe neterikînim. Ez Kurd im û bi nasnameya xwe serbilind im. Çawa ku navê bavê min Alo ye ez jê re nabêjim Alî, ji diya xwe ya navê wê Fatê ye nabêjim Fatma. Ez bi zimanê xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe re Kurd im. Kî min qebûl dike, bila bi vî rengî qebûl bike."