Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî, ku ji du baskan ve ji aliyê Tirkiye û Reqqayê ve hat kirin, derket holê, ku baskê êrîşê yê aliyê Tirkiyeyê, li wargeha AFAD'ê ya li Kaniya Xezalan (Akçakale) hatiye plankirin.
Desthilatdariya AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên her gavê bêtehemûliya xwe ya li pêşberî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava bilêv dikin, ji bo derbê li van destketiyan bixe, bi bikaranîna çeteyan re êrîşan organîze dikin. Weke ku tê zanîn di Hezîrana 2015'an de di çarçoveya operasyona berfireh a YPG û YPJ'ê de bajarê Girê Spî ji çeteyên DAIŞ'ê hatibû rizgarkirin. Piraniya çeteyên di dema vê operasyonê de ji bajêr reviyan, derbasî navçeya Riha Kaniya Xezalan bûn û dîmenên vê yekê hatin weşandin. Ji hingî ve der barê çeteyên derbasî Kaniya Xezalan bûn de rayedarên li Tirkiyeyê hînê ti daxuyanî nedane. Lê hebûna komên çete li Kaniya Xezlan, rastiyeke ji aliyê tevahiya raya giştî ve tê zanîn.
DI ŞEVA AGIRBESTÊ DE ÊRÎŞ KIRIN
Ji bo bidawîkirina şerê ev 5 sal in li Sûriyeyê diqewime, bi pêşengiya DYA û Rûsyayê biryara agirbestê hat dayîn û şeva ku ev agirbest ket meriyetê, yek jê di ser Tirkiyeyê re ji du baskan ve li hemberî Girê Spî ya di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye, êrîş hat kirin. Bi vê yekê re alîkariya yekser a Tirkiyeyê ji bo çeteyan careke din hat dîtin. Piştî ku biryara agirbestê hat ragihandin, Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bi lez û bez daxuyaniyek da û ragihand, ku Tirkiye wê agirbestê nas neke. Heman piştî daxuyaniya Davûtoglû, çeteyan bi organîzeya Tirkiyeyê êrîşî destketiyên Rojava kirin. Di roja ku êrîşê dewam dikir de Serokkomarê Tirk Erdogan daxuyaniyek da û got, "Bi qasî ku min agahî ji hevalên xwe girtiye, ji sedî 70 ê Til Ebyadê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatiye wergirtin". Bi vê gotina xwe re nîşand a ku çete ji ku derê fermanê digirin. Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi xwe ragihand, ku yekîneyên Tirk bi topbaranê korîdorek ji çeteyan re vekirine û bi vî rengî çete derbasî nava Girê Spî kirine. Piştî ku hemû çeteyên di ser Kaniya Xezalan re êrîşî Girê Spî kirin ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatin bêbandorkirin, leşkerên Tirk careke din top li çeperên YPG'ê barandin.
ÊRÎŞ LI WARGEHA JI KONAN A AFAD'Ê HAT BIRÊXISTINKIRIN
Agahiyên beriya êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Girê Spî gihaştin ber destan, nîşan didin ku çeteyan êrîş çawa û bi çi rengî organîze kirine. Hat hînbûn, beriya êrîşa li hemberî Girê Spî, çeteyan li wargeha ji konan a AFAD'ê amadekarî kirine û li taxên li ser sînor êrîşa xwe li malên ji aliyê Şaredariya Kaniya Xezalan ve ji wan re hatine dayîn, plan kirine. Li gorî agahiyên personelekî bi rêya fîrmaya navbeynkar (taşeron) li wargeha ji konana a AFAD'ê dixebite daye; komên çete beriya êrîşê, bi rojan kom bi kom civîn pêk danîn û amadekariya êrîşê dikirin.
'LI VÊ WARGEHA JI KONAN, ENDAMÊN ÇETE YÊN JI GELEK WELATAN HENE'
Navborî ragihand, ku di dema civînan de Şaredariya Kaniya Xezalan a AKP'yî, ji van endamên çete re bi koliyan erzaq peyda kiriye û got, "Li wargeha ji konan endamên DAIŞ'ê yên ji gelek welatan hene. Di nava van de yên ji Urdun, Misir, Yemen, Cezayîr, Iraq û gelekî kêmî wan ji Sûriyeyê hene. Ji ber ku ez bi zimanê Erebî dizanim, min ji wan fêm kir ku plana êrîşekê dikin. Hinekan ji wan digotin; ji bo di dema êrîşê de hev du nas bikin divê bi heman rengî rî û porên xwe biqusînin. Li ser xeta sînor, malên van kesan hene."