Li Sûrê bi awayekî zêde top tên barandin

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 91 roj in di bin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de ye, dengê teqînên top û guleyan zêde dibin. Li Sûrê nêzî 200 welatî asê mane û nikarin ji malên xwe derkevin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ku 91 rojin di bin dorpêç û êrîşên hêzên dewletê de ye, dengê teqînên top û guleyan zêde dibin. Li Sûrê nêzî 200 welatî asê mane û nikarin ji malên xwe derkevin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê dorpêç û êrîşên hêzên dewletê 91 roj in didomin. Nêzî 200 welatiyên di malên xwe de asê mane di bin êrîşa tank, top û guleyan de nikarin bilivin. Di saetên êvarî de dîsa li taxên dorpêçkirî dengê tank, top û guleyan zêde bilind bûn. Li ser taxên ku ji serê sibehê ve dengê teqînan bilind dibe dûxan jî hildibe.