Amed ji bo biherike Sûrê amade ye
Li ser banga KCD, DBP, HDP û KJA'yê îro wê gel ji hemû navçeyên Amedê biherikin Sûrê. Amadekariyên meşê bi dawî bûn.
Li ser banga KCD, DBP, HDP û KJA'yê îro wê gel ji hemû navçeyên Amedê biherikin Sûrê. Amadekariyên meşê bi dawî bûn.
Li ser banga KCD, DBP, HDP û KJA'yê îro wê gel ji hemû navçeyên Amedê biherikin Sûrê. Amadekariyên meşê bi dawî bûn.
Gel li ser banga KCD, HDP, DBP û KJA'yê ya "Ji bo şikandina dorpêça Sûrê bimeşin Sûrê" li hemû navçe û taxên Amedê amadekariyên meşê temam kirin. Gel wê li 13 navenda Amedê û navçeyên derveyî Amedê kom bibin û berê xwe bidin Sûrê. Li bendê ye gel di saetên pêş de ji nuqteyên hatine diyarkirin kom bibin û berê xwe bidin Sûrê
FARQÎN: Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî banga "Meşa Sûrê" amadekariyên xwe temam kirin û wê di saetên pêş de ji Farqînê berê xwe bidin Navçeya Sûrê ya Amedê. Gel wê li ber avahiya HDP'ê ya Farqînê û Şaredariyê kom bibin û saet di 14.00'an de ji Farqîne têkevin rêya Sûrê.
BISMIL: Li navçeya Bismilê ya Amedê jî piştî banga "Meşa Sûrê" hemû amadekarî temam bûn û gel wê saet di 13.00'an de bikeve ser rê. Gelê Bismilê wê li nuqteyên hatine diyarkirin kom bibin û bi girseyî berê xwe bidin Sûrê. Gelê ku maşînê wan tine ji bo meşê dikarin ji saet 13.00'an heta 16.00'an li ber avahiya Şaredariya Bismilê kom bibin û tevlî karwanê meşa Sûrê bibin. Hat zanîn ku li ser daxwaza welatiyan wê ji gundan jî maşîne welatiyan bar bikin û bibin Sûrê.
ERXENÎ: Li navçeya Erxenî ya Amedê jî li ser banga KC, HDP, DBP û KJA'yê meşa girseyî wê pêk bê. Welatiyên Erxeniyê wê saet di 14.00'an de li Parka Sakine Cansiz kom bibin û ji Erxeniyê berê xwe bidin Sûrê. Hevserokê DBP'ê yê Erxeniyê Şehmuz Doku diyar kir ku li bendê ne hemû gelê Erxeniyê beşdarî meşê bibe.
LICE: Li navçeya Liceyê ya Amedê jî gel ji bo dorpêça 92 rojan a Sûrê bişkine wê saet di 14:00'an de li ber avahiya BDP'ê ya Liceyê kom bibe û berê xwe bide Sûrê ya Amedê. Hevserokê HDP'ê yê Liceyê Niyazî Erdogan diyar kir ku gelê kurd wê destê xwe bidin hev û dorpêça Sûrê bişkînin.
Gel wê ji navçeyên Pîran, Çermûk, Çunguş, Pasûr, Çinar, Gelê jî di pêşengiya rêxistinên HDP û DBP'ê de berê xwe bidin Sûrê û tevlî meşa Sûrê bibin.