Li Qersê 'herêma leşkerî' hat îlankirin
Li navçeyên Qamuşan û Qaqizman ên Qersê 5 herêm heta 15'ê Adarê weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatin îlankirin.
Li navçeyên Qamuşan û Qaqizman ên Qersê 5 herêm heta 15'ê Adarê weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' hatin îlankirin.
Walîtiya Qersê herêmên Daristanên Boyali yên Qamuşanê, başûrê Qamuşanê, Çemçê, Bari madûr û Madûr a rojhilat ên Qaqizmanê, heta 15'ê adarê weke 'herêma ewlekariyê ya taybet' îlan kir.
Walîtiyê beriya niha heremên Bozkûşt-Akçakale yên navçeya Selîm û rojhilatê Qamuşanê, başûrê Selîmê û qadên Aydere, Kîreçhane û Kavak ên li rojavayê gundê Pasli yê Qaqizmanê heta 7'ê Adarê weke herêmên ewle qedexe kiribû.