KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ebû Steyf: Li Şedadê derbeke stratejîk li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin
Ji Fermandarên Ceyş El Siwar ê Eniya Tişrînê û endamê Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê Ebû Steyf got, "Li Şedadê derbeke stratejîk û taktîkî li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin. Roj bi roj em hîn bêhtir çeteyên DAIŞ'ê têk dibin." -
Tevî ku dijiya dewletê got 'mirî ye', wê jî berê xwe da Cizîrê
Malbata xwendekara beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Guler Eroglû ya 20 salî, ku li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin ragihand, ku dewletê 3 caran ji wan re gotiye jiyana xwe ji dest daye û wan 2 caran şîn daniye. -
Tûnç gotibû 'Teslîmbûyîn ji bo me xiyanet e'
Kurdistan wê berxwedana Mehmet Tûnç û hevrêyên wî bi sedan salan ji bîr neke. -
YPG: Êrîş binpêkirina agirbestê ne
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Efrîn û Helebê diyar kir ku êrîşa li hemberî Efrîn û Şêx Meqsûdê binpêkirina agirbestê ye. -
Li Nisêbînê tevgera wesayîtên zirxî
Li Nisêbînê ku terora dewletê lê didome, li Cadeya Çagçagê tevgera wesayîtên zirxî destpê kir. -
Jinan Yildiz ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin
Muzeyen Yildiz (Dicle Rehîma) a ku li Hezexê di êrîşa helîkopterê de jiyana xwe ji dest da, li gundê Koycegiz ê girêdayî Hezexê li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
Çete gundên Şêrewa topbaran dikin
Çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî gundên navçeya Şêrewa kirin. -
Wekîlê HDP'ê Encu hat derbkirin û rojnameger hatin binçavkirin
Polîsên Tirk wekîl Encu derb kirin, nûçegihanên DÎHA’yê Ferzen Çatak û Mahmut Ruvanas û nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Kadri Esen li gel endamên malbatê binçav kirin. -
Demîrtaş: Yê ku paşeroja xwe nezane, wê îro jî nezane
Demîrtaş di mîtînga li Êlihê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “ Yê ku nezanî çi bi sere Mûhemedê Gazî, Mele Mûstefa û Şêx Seîd hatine, yê ku nezane çi li Dêrsim, Zîlan, Agirî hat jiyîn, pêşerojê jî nizane.” -
Li Girê Spî xebatên lêgerînê didomin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li qada Girê Spî û Silûkê têk çûn, şervanên YPG’ê li qada gelek cesedên çeteyan, çek û cebilxane desteser kirin. -
Li Sûrê li pey hev teqîn pêk hatin
Li navçeya Sûrê ya Amedê ya ku terora dewlet Tirk ber dewam dike, di navbera 10 kêliyan de 7 teqîn pêk hat. -
Rojnameger Şoreş Mistefa Elî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Ji damezirînerên Rojnewsê Şoreş Mistefa Elî li Silêmanî bi merasîmek girseyî ve ji aliyê malbat, hevpîşe û dostên wî li Goristana Kelekîn ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Çete êrîşî Eşrefiyê dikin
Çeteyên El-Nusra û Ehrar El-Şam û hevalbendên wan ên weke ketîbeyên Qoqaz, bi çekên giran êrîşî çeperên YPG/YPJ’ê yên li Taxa Eşrefiyê kirin. -
Li Danîmarkayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka ji bo şehîdên Kurdistanê îro merasîmek bîranînê li dar xistin. Malbatên şehîdên pêvajoya dawî jî tevlî bûn. -
Zekî Aydin ê ku li Hezexê hat qetilkirin hat definkirin
Cenazeyê Zekî Aydin (Argeş Kerboran) ê ji 12 kesên ku li navçeya Hezexê ya Şirnexê 24’ê Sibatê di êrîşa helîkopteran de jiyana xwe ji dest dane, li Kerboranê ber bi rêwîtiya dawî ve hat oxirkirin. -
HPG: Di çalakiya qereqola Findikê de 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya hêzên gerîla ya li hember qereqola Findikê ya Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin. -
Polîsên Tirk avêtin ser mala wekîlê HDP'yî Encu lê bû
Avahiya li taxa Suryanî ya Hezexê, ku Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu û rojnamevan tê de bûn, ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. -
Cenazeyê Bademkiran li Amedê hat definkirin
Cenazeyê Veysî Bademkiran ê di qatlîama li Cizîrê de bi awayeke hovane hate qetilkirin û parçeyekî bedena wî şandibûn Dîlokê, parçeyek jî şandibûn Mêrdînê, li Amedê hat definkirin. -
YPS: Li Hezex û Şirnexê 11 çeteyên AKP'ê hatin kuştin
Li gorî daxuyaniya YPS'ê, di çalakiyên li Hezexê de 10, li navenda Şirnexê jî endamekî tîmên taybet ên Tirk hatin kuştin. Li Nisêbînê jî maşîneke zirxî hat rûxandin. -
Li Şêx Meqsûdê êrîş: Zarokekî jiyana xwe ji dest da, 5 sivîl birîndar in
Çeteyên bi piştgiriya dewleta Tirk tevdigerin, êrîşên xwe yên li hember taxa Kurdan a Şêx Meqsûda Helebê dewam dikin. -
Li Sûrê bombekirina tank û topan didome
Dorpêça navçeya Sûrê û qedexeya kolanan di roja 89'an de didome. Ji serê sibehê ve dîsa dengê tank û topan bilind dibe. Ji welatiyên di bin dorpêça hêzên dewletê û jêrzemînan de asê mane jî agahî nayê girtin. -
Tûnç ê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Mûrat Tûnç ê di jêrzemîna hovîtiya ya li Cizîrê de hat qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmek girseyî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. -
Hêzên dewletê avahiya Şaredariya Hezexê rûxandin
Hêzên dewleta Tirk ên top avêtin Şaredariya Hezexê, dîwarên avahiyê rûxandin û ala Tirkan pê ve kirin. -
Hevseroka TUHAD-FED a Geverê hat girtin
Hevseroka TUHAD-FED a Geverê Songul Ogmen hat girtin. -
Du cenazeyên din ên ji Hezexê hatin teşxîskirin
Malbatên Zekî Aydin û Muzeyyen Yildiz ên li bejahiya Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên zarokên xwe teşxîskirin û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin.