Li Danîmarkayê ji bo şehîdan merasîma bîranînê
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka ji bo şehîdên Kurdistanê îro merasîmek bîranînê li dar xistin. Malbatên şehîdên pêvajoya dawî jî tevlî bûn.
Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka ji bo şehîdên Kurdistanê îro merasîmek bîranînê li dar xistin. Malbatên şehîdên pêvajoya dawî jî tevlî bûn.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Kurdistanî û dostên wan li paytexta Danîmarka Kopenhagenê civiyan, şervanê YPG’ê Orhan Atici (Adil Konya) yê 11’ê Îlona 2013’an li Girkê Legê jiyana xwe ji dest da, şervanê YPG’ê Welat Osso yê di rojên bihurî li Helebê jiyana xwe ji dest da, Berjîn Demîrkaya ya li jêrzemîna Cizîrê hat qetilkirin, Haci Xalid bi nasnav Botan ê di rojên borî li Rojava jiyana xwe ji dest da û endamê TAK’ê Zinar Raperîn ê di çalakiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anîn.
Di bîranînê de li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Danîmarka û PYD Danîmarka axaftin hatin kirin. Piştre malbatên şehîdan hêstên xwe anîn ser ziman.
Îro, her wiha, li bajarê Horsens ê Danîmarkayê meş û mîtîngek bi armanca piştgiriya berxwedana xwerêveberiya Bakurê Kurdistanê hat lidarxistin.