BI DÎMEN

Tûnç gotibû 'Teslîmbûyîn ji bo me xiyanet e'

Kurdistan wê berxwedana Mehmet Tûnç û hevrêyên wî bi sedan salan ji bîr neke.

Gelê Botanê yê li Cizîrê di sala 1992'an de li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerand, tevî qelîam û înfazên komî jî, ji têkoşîna xwe venagere. Girseya gel bi serhildanê hişyar dibe û li kolanên Cizîrê li dora agirê Newrozê dicivin. Endamên JÎTEM'ê yên rûyê wan bi maske û xwedî erka bê sînor guleyan li gel direşînin. Ev gelê ku dibe hedefa guleyan, kengî firsendê dibîne li dora agir careke din li hev dicive.

Tîmên bi maske vê carê bi panzeran dide nava girseya gel û li ser navê dewletê bi awayekî sondxwarî 'terorê' dikin. Di serhildana Cizîrê ya 1992'an de bi dehan kes hatin qetilkirin, bi sedan kes jî bi guleyan birîndar bûn. Endamên JÎTEM'ê, ku rûyê xwe yê tarî nîşan dan, tevî vê yekê jî nikarîbû bi gel. Bêrîvana Cizîrê li dijî vê barbariyê careke din gel li hev dicivîne, tiliya xwe li tîmên rûyê wan bi maske dihejîne û dibêje, 'berdêla xwe mirin jî be em ê êdî serî li ber we netewînin'. Weke belgeya wehşeta dewletê li gelê Cizîrê kiriye, çend wêne û dîmenekî ji çend deqeyan dimînin.

Zarokên bajarê qedîm ê xwedî dîrokek 4700 salî ye, di herikîna dîrokê de li dijî dagirkerî û komkujiyan, li hemberî Dehaqên demê, meşaleya azadiyê ya Kawayê Heskinkar her tim bilind kirin. Li hemberî gelê Cizîrê yê bi biryar e zincîrên koledariyê biqetîne, dewletê mîna beriya niha, careke din qetilkirina deh hezaran heta sed hezaran da ber çavên xwe. Li hemberî mirovên welatparêz û pêşengên gel, çalakiyên JÎTEM'ê yên sûîqestê roj bi roj zêde bû. Ev eşqiya, piştî serhildanê bi wesayîtên 'toros' ên navdar dest bi nêçira mirovan kirin.

Tîmên taybet ên dewleta Tirk endamên JÎTEM'ê, ku bi sedan zarok sêwî hiştin, li pêşberî berxwedana gelê Botanê 10 salan karîbû bisekine. Ergenekoniyên ji bo tinekirina hebûna gelê Kurd derketin holê, ji ber ku wezîfeya xwe nikarîbûn bi cih bînin, bi îdîayên cuda yek bi yek hatibûn cezakirin.

Dewlet, polîtîkaya xwe ya di salên 90'î de li Cizîrê xist meriyetê, îro jî bi qanûnîkirina mirinan re rewa dike. Hikûmeta AKP'ê ya qanûna 'ewlekariya taybet' derxist, beriya çend mehan işareta pêkanîna komkujiyan dabû. Li Cizîrê li her malê wêneyê kesek an jî çend kesên di salên 1990'î de hatine qetilkirin daliqandî ne. Zarokên li van wêneyên li dîwêr nihêrîn, bi êşa qetilkirina bav, kek, xal an jî apê xwe mezin bûn. Di salên 2000'î de, ev nifşê nû bi hinceta 'tevlî bûyerên civakî bûne' hema hema ji her malê yek an jî zêdeyî zarokek an jî ciwanekî hatin girtin. Bi kurtasî, ji bo şikandina bandora xebatên ragihandina 'xwerêveberiyê' ya gelê Kurd û tevgera siyasî ya Kurd, ji bo provokasyonan bi mehan e li Cizîrê înfazên komî tên kirin. Ciwan û zarokên bê parastin tên kuştin. Li gorî pirtûkên pîroz, piştî felaketa li ser rûyê erdê, keştiya Hz. Nûh xwe li Çiyayê Cûdî danî. Li Cizîra Botan a ku weke 'Bajarê Bihuştê' tê zanîn, li gorî vî navê xwe dîrokeke nû dinivîsîne.

Dewleta Tirk a bi deh hezaran leşker û polîsan dor li Cizîrê girt, rastî gelê Cizîrê yê xwedî sekna 'Hûn nikarin me ji evîna azadiyê vegerînin' hat. Vê berxwedana bêhempa ya bi mehan, cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt. Piştî Bêrîvana Cizîrî, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê pêşengî ji gelê welatparêz re dikir, her cara ji raya giştî re diaxivî digot, "Em ji xeta Mazlûman, Xeyriyan, Kemalan tên. Teslîmbûyîn ji bo me xiyanet e. Bila kes ne li bendê me ku em teslîm bibin". Bi van gotinên xwe re Tûnç mora xwe danî binê rewşeke ku bi sedan salan neyê ji bîr kirin.

Mehmet Tûnç li pişt her gotina xwe sekinî û tevlî karwanê nemiran bû. Mehmet Tûnç di hevpeyvîneke xwe ya bi ANF'ê re gotibû, "Em ê nehêlin hêzên ser bi AKP a faşîst bikevin nav ataxên me. Dibe ku çekên ew bi kar tînin di destê me de tinebin, lê belê em dikarin bi çifte, ço, bêr û biviran biqewirînin. Em ê destûrê nedin ku bikevin nava taxên me. Berdêla xwe çi dibe bila bibe wê êdî nikaribin li gorî dilê xwe zilmê li me bikin. Lê eger di destekî me kevir û ço hebe, di destê din de jî guliyê zeytûnê heye. Ya wê dev ji polîtîkayên înkarê berdin û bi gelê Kurd re li hev bikin, ya jî wê rastî berxwedana me bên."

Berxwedana Mehmet Tûnç û hevrêyên wî wê bi sedan salan li Kurdistanê neyê ji bîr kirin.

Em hevpeyvîna ANF'ê ya bi Mehmet Tûnç re careke din bi we re parve dikin.