Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahedîn Demîrtaş di mîtînga li Êlihê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “ Yê ku nezanî çi bi sere Mûhemedê Gazî, Mele Mûstefa û Şêx Seîd hatine, yê ku nezane çi li Dêrsim, Zîlan, Agirî hat jiyîn, pêşerojê jî nizane.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku duh li Mêrsînê bi navê "Mitînga Aşitiyê" çalakiyek girseyî lidarxist îro jî li Êlihê bi dehezaran kes tevlî mitîngê bû. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê ku tevlî mitîngê bû li ser Kolana Yilmaz Guney ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin. Bi hezaran kesên ku li gel otobusa partiyê heya qada mitîngê meşiyan bênavber dirûşmên wek "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e gel li vir e" berz kirin.
'KES JI POLÎTÎKAYÊN WE NATIRSE'
Demîrtaş, li ber avahiya bajêr a HDP'ê ji dehezaran re axivî. Demîrtaş di destpêka axaftina xwe de Darbeya Postmodern a 28'ê Sibatê, Mutabakata Dolmabahçeyê û salvegera mirina nivîskarê hêja Yaşar Kemal bibîrxist. Demîrtaş di axaftina xwe de bi giranî li ser polîtîkayên şer ên hikumeta AKP'ê nirxandin kirin. Demîrtaş anî ziman ku AKP dixwaze bi van polîtîkayan ve çavê gel bitirsîne û got "Em hatin ku nîşan bidin ev polîtîka ti kesî natirsîne.
'JI ME RE DIBÊJIN EMÊ WEKE ERMENAN WE QIR BIKIN'
Demîrtaş, axaftina Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya li Çewligê bibîrxist û wiha axivî: "Ji me re dibêje 'Ev wekî çeteyên Ermenan bi Rûsan re hevkariyê dikin.' Em fem dikin ku ji peyamê didin. Dibêjin ku me di sala 1915'an de çi anîbe serê Ermenan, emê heman tişt bînin serê we. Ev mêjî, mêjiyê komkujiyê ye."
'AKP KURDAN WEKÎ GEL QEBÛL NAKE'
Demîrtaş balê kişand ser polîtîkayên înkar û îmhayê yên Komara Tirkiyeyê û wiha pê de çû: "Dema hun Kurdan tune dihesibînin, kurd tune nabin. Em bûn kurd, îcar dibêjin hun ne gel in. Em çi ne birêz Davutoglu? Kurd gelê herî qedîm ê vê erdnigariyê ne. AKP Kurdan wekî gel nabîne."
'KURD STATU DIXWAZIN'
Demîrtaş anî ziman ku sed sal berê erdnigarêya Rojhilata Navîn bi cetvelê hatiye xêzkirin û rastiya Kurd û Kurdistanê hatiye redkirin û destnîşan kir ku gelê Kurd êdî jiyaneke bê statu qebûl nake. Demîrtaş diyar kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jî nêzî azadiyê ye.
'YÊN LI CIZÎRÊ KETIN ERDÊ TOV IN'
Demîrtaş bi gotinên giran Serokwezîr Davutoglu rexne kir û gotinê anî ser komkujiya Cizîrê û wiha berdewam kir: "Dixwazin bi van komkujiyan gel bitirsînin. Ew ciwanên ku ketin erdê tov in tov."
'CAR DIN MUTABAKATA DOLMABAHÇEYÊ BIXWÎNIN'
Demîrtaş têkîldarî Mutabakata Dolmabahçeyê ku par di 28'ê Sibatê de hatibû eşkerekirin jî axivî û wiha got: "Me 2 salan li Îmralî û Qendîlê hevdîtin kirin. Herî dawî bi agahiya Serokomar Erdogan, rayedarên li Dolmabahçeyê rûniştin bi piştgirêya Ocalan mutabakat amade kirin. Wê mutabakatê car din vekin û bixwînin.
'EV GEL MECBÛR E LI BER XWE BIDE'
Demîrtaş diyar kir ku gelê kurd dikare êdî tercîhên xwe bi xwe bide û wê li hemberî polîtîkayên tunekirinê li ber xwe bide. Demîrtaş anî ziman ku ji bilê berxwedane ti rê tune ye û wiha pê de çû: "Emê li hemberî polîtîkayên zilmê li ber xwe bidin. Eger ku bêjin em we nas nakin, axaftin tune ye, diyalog tune ye, dema daxwaza aşitiyê were kirin bi tank û topan êrîşê bikin, ev gel jî neçar e ku li ber xwe bide."
'JI BILÎ BERXWEDANÊ TI RÊYA ME TUNE YE'
Demîrtaş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew dixwazin pevçûn bi dawî bibin û çek bêdeng bibin. Demîrtaş mînaka agirbesta li Sûriyeyê jî da û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li welatê me jî ev mimkûn e. Davutoglu dibêje em agirbestê nas nakin. Kes ji te destûrê naxwaze. Te ji bo welatê xwe çi kiriye ku ji bo aşitiya li Suriyeyê diaxivî. Eger em dixwazin li ber şer rawestin ji bilî berxwedanê ti rêya me tune ye."