Rojnameger Şoreş Mistefa Elî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin

Ji damezirînerên Rojnewsê Şoreş Mistefa Elî li Silêmanî bi merasîmek girseyî ve ji aliyê malbat, hevpîşe û dostên wî li Goristana Kelekîn ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Rojnamevan Şoreş Mistefa Elî, ji ber xwîn çû ser mejiyê wî ev 10 roj in li Nexweşxaneya Şoreş di komeyê de bû, tevî hemû mudaxeleyan jî duh êvarî saet 19.00’an jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Elî duh êvarî anîn Mizgefta Kurdsatê, vê sibehê saet 08.00’an li Goristana Kelekîn a li semta Kurdsat a Silêmanî ji aliyê malbat, hempîşe û dostên wî ve ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdûllah di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbat û hevalên wî yên xebatê re xwest.

Li ser navê malbatê apê wî Îskender Mihemed axivî, wiha got: “Girêdana ji dil a bi gelê wî re, her tim bû sedem ku ji dil ve bixebite. Hem bi nirxên neteweya Kurd hem jî bi tevahî nirxên mirovahiyê ve girêdayî jiya. Oxirkirina wî hem ji bo me hem jî tevahî hevalên wî wê pir zor be.”

Li ser gora Elî çelengên ji aliyê Çetir, Rojnews û Tevgera Azadî, her wiha ji aliyê hezkirî û hempîşeyîn wî jî qûrnefîl hatin danîn.
Şoreş Mistefa Elî kî ye?

1984’an li bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Malbata wî bi eslê xwe ji gundê Genaw ê Başûrê Kurdistanê ye. Ji ber zextên rejîma BAAS’ê, ji bajarê Serdeşt koç kirin,  ji qetlîama Serdeşt a li Rojhilatê Kurdistanê re şahidî kirin. Rojnamevan Şoreş Mistefa Elî li Rojhilatê Kurdistanê dibistanên seretayî û navîn xwend, sala 2005’an bi malbata xwe re dîsa vegeriya Başûrê Kurdistanê û li Silêmanî bi cih bûn. Şoreş Elî Mistefa amadehî li Silêmanî bi dawî kir, din av Rêxistina Sosyal Demokrat a Kurdistanê de dest bi rojnamevantiyê kir. Piştre dest bi edîtortiya rojnameya Çetirê kir, di televîzyonên Roj û Newroz TV de moderatortiya bernameya Serinç kir.  Şoreş Mistefa Elî di damezirandina Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê ya 2014’an de cih girt, di tevahî  xebatên ajansê de bi fedakariyek mezin pîşeyê xwe yê rojnamevantiyê domand. 27’ê Sibatê li Nexweşxaneya Şoreş a li dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.