BI DÎMEN

Tevî ku dijiya dewletê got 'mirî ye', wê jî berê xwe da Cizîrê

Malbata xwendekara beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Guler Eroglû ya 20 salî, ku li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin ragihand, ku dewletê 3 caran ji wan re gotiye jiyana xwe ji dest daye û wan 2 caran şîn daniye.

Malbata xwendekara beşa arkeolojiyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Guler Eroglû ya 20 salî, ku li yekemîn jêrzemîna wehşetê ya li Cizîrê hat qetilkirin ragihand, ku dewletê 3 caran ji wan re gotiye jiyana xwe ji dest daye û wan 2 caran şîn daniye. Birayê Eroglû Erol Eroglû da xuyakirin, ku dewletê, Mizgîn Koçyîgît a li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê li pêş çavên bi hezaran kesî hat înfazkirin weke Guler Eroglû teslîmî wan hatiye kirin û got, "Heta ku xwişka min li jêrzemîna wehşetê bê qetilkirin 2 caran bi me re mala şînê dan vekirin. Dayika min, darbesta ku xwişka min ne tê de bû hembêz kir û dema xwişka min ev di televîzyonê de dît, yekser berê xwe da Cizîrê."

Xwendekara Zanîngehê Guler Eroglû ya 20 salî, li gundê Erey ê navçeya Êlih Hezoyê ji dayik bû. Yek ji mirovên di jêrzemîna yekemîn a li Cizîrê de hatin qetilkirin e. Cenazeyê Mizgîn Koçyîgît a berî 2 mehan li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hat qetilkirin weke Guler Eroglû radestî malbatê hat kirin. Malbatê bihîst ku ya hatiye înfazkirin ne keça wan e û hîn bû ku keça wan çûyê Cizîrê. Malbat dîsa li rayedarên dewletê geriya û rayedaran dîsa jê re gotin 'keça we li Cizîrê hat kuştin.' Malbat careke din ket ser rê û piştî ku fêm kir agahiya ji wan re hatiye dayîn ne rast e, vegeriya Êlihê. Malbata Eroglû bihîst keça wan li jêrzemîna yekemîn a wehşetê birîndar e, lê piştre cenazeyê keça wan radestî wan kirin.

Erol Eroglû qala xwişka xwe Guler Eroglû kir û got, "Xwişka min keça bi tenê ya malbatê bû. Jiyaan wê pirtûk bû, nivîs bû, perwerde bû. Li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê beşa arkolojî dixwend. Îsal jî xwe ji bo ziman û wêjeyê Îngilîzî amade dikir. Ji pirtûkên dixwend, rastî di jiyanê de derdixist holê. Lewma bi azadiyê re dilsoz bû. Ji ber ku xwişka min ne miroveke ku vê wehşeta li Kurdistanê nebîne, bû. Xwişka min gelekî ciwan bû, lê fêm dikir ku wehşet di asteke bê qebûlkirin de nîne."

Eroglû da xuyakirin, ku rayedarên dewletê 3 caran xebera mirinê gihandine wan û bi mehan şîn ji nava malbata wan ranebûye. Eroglû got, "Dema Mizgîn Koçyîgît (Rûken) li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, polîsan ji me re gotin ku xwişka min Guler e. Me jî cenaze anîn û li Êlihê veşart. Me şîna xwe danî û dûre derket holê ku cenazeyê me defn kir, ne yê xwişka min e. Wê wextê xwişka min ji bo tevlî kongreya DEM-GENÇ'ê bibe hatibû Amedê. Hingî, li şûna çûyîna Enqereyê berê xwe da Cizîrê. Ji xwe bi dîmenekî ji me re şandî re, ev yek bilêv kir. Dayika min li ser darbesta ku xwişka min ne tê de bû, digiriya. Xwişka min a ku ev yek dît, gelekî bi bandor bû û ji me re dîmenek şand. Got ku wê xwe xistiye şûna Mizgîn Koçyîgît û çûye Cizîrê.

Piştî demeke kurt careke din ji me re gotin, 'keça we li Cizîrê hatiye kuştin'. Dîsa agahî ji me re hat ku xwişka min dijî. Herî dawî me bihîst ku li jêrzemîna yekemîn a wehşetê ya li Cizîrê xwişka min ji ber jêçûna zêde ya xwînê şehîd ketiye û me cenaze ji Rihayê anîn. Bi taybetî piraniya mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin, mirovên zane bûn. Tevî xwişka min gelek hevalên wê yên li zanîngehê dixwendin, şehîd ketin. Li jêrzemîna destpêkê ya wehşetê cenazeyên xwişka min û hevalên wê yên hatin qetilkirin, mîna roja destpêkê bûn."

Dotmama Eroglû Berçen Ekîncî anî ziman, ku Guler dema çav li xwînê dike ji ser hişê xwe diçû, lê tevî vê rewşa wê jî bi awayekî bêhempa li hemberî artêşekê sekinî. Ekîncî bal kişand ser karaktera Eroglû û got, "Ji aliyekî ve narîn bû, li aliyê din jî xwedî karakterekî gelekî xurt a li dijî neheqiyê disekinî bû. Di nava me xizman de jî, kî mafdar bû aliyê wê digirt. Herî dawî me li Stenbolê hev dît. Dema em li nava bajêr digeriyan, em çûn mizgeftan, lê wê got, 'bila cihêkarî nebe' û em birin serdana dêran jî. Belê, neheqî qebûl nedikir. Lê kengî xwîn didît di cih de ji ser hişê xwe diçû. Gelo Guler çawa di nava wî şerê wehşî de ma. Guler bi rûkeniya xwe weke parçeyek ji efsaneya Cizîrê cihê xwe di hiş û dilê mirovan de girtiye."

...