Wekîlê HDP'ê Encu hat derbkirin û rojnameger hatin binçavkirin
Polîsên Tirk wekîl Encu derb kirin, nûçegihanên DÎHA’yê Ferzen Çatak û Mahmut Ruvanas û nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Kadri Esen li gel endamên malbatê binçav kirin.
Polîsên Tirk wekîl Encu derb kirin, nûçegihanên DÎHA’yê Ferzen Çatak û Mahmut Ruvanas û nûçegîhanê Rojnameya Azadiya Welat Kadri Esen li gel endamên malbatê binçav kirin.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê ji 16'ê Sibatê de rewşa awarte hat îlankirin û derketina kolanan li welatiyan hat qedexekirin. 12 rojin hêzên dewletê li taxan guleyan direşîne û taxan tobeparan dike. Îro jî Polîsên Tevgera Taybet li taxa Suryanî, bi ser xaniyê ku wekîlê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu û rojnameger lê dimînin de girt. Polîsan xwest têkevin malê û lêgerîn bikin. Encu destûr nedan ku polîs têkevin hundir û ji polîsan destûra lêgerînê xwest. Polîsan jî bersîva "Em dewlet in. Em dê te jî li erdê dirêj bikin û têkevin hundir" û gef li Encu xwarin. Polîsan piştî biryara lêgerînê ji dozgeriyê girtin, ketin avahiya 3 qatî û lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtinê de wekîlê HDP'ê Fertat Encu tarp kirin û nûçegîhanên DÎHA'yê Mahmut Ruvanas û Ferzen Çatak û nûçegîhanê Azadiya Welat Kadri Esen hatin binçavkirin. Polîsan kompîtur, kamera û wênekêşên rojnamegeran jî desteser kirin.
Polîsan xwediyê malê Suleyman Karagol û birayê Encu Veli Encu jî darp kirin. Polîsan piştî lêgerînê rojnameger û xwediyên malên yên binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Hezexê.