Li Sûrê bombekirina tank û topan didome

Dorpêça navçeya Sûrê û qedexeya kolanan di roja 89'an de didome. Ji serê sibehê ve dîsa dengê tank û topan bilind dibe. Ji welatiyên di bin dorpêça hêzên dewletê û jêrzemînan de asê mane jî agahî nayê girtin.

Hêzên dewletê, 89 roj in Navçeya Sûrê dorpêç kirine û kolan li welatiyan qedexe kirine. 89 roj in bê navber bi tank û topan navçeyê topebaran dikin. Nêzî 200 welatiyên di jêrzemînên malên xwe de asê mane jî herî dawî di 27'ê Sibatê de bang kiribûn ku dorpêçê bişkînin û derbasî  Sûrê bibin. Li navçeya Sûrê îro jî ji serê sibehê ve dengê tank û topan bilind bû. Ji welatiyên ku duh der barê rewşa xwe de agahî dan û banga xwe bilind kiribûn agahî ji wan nayê girtin. Li Sûrê ku di saetên sibehê de sewqîyata leşkerî hat kirin, li taxên berxwedanê 6 teqînên mezin pêk hatin. Dengê teqînên pêk hatin li taxên derveyî bajar jî hatin bihîstin. 

Li ser Sûrê tevgera helikopteran jî balê dikişîne ser xwe.