Tûnç ê di jêrzemîna hovîtiyê de hat qetilkirin ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin
Mûrat Tûnç ê di jêrzemîna hovîtiya ya li Cizîrê de hat qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmek girseyî ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin.
ANF
ŞIRNEX
yekşem, 28 reşemiyê 2016, 12:01
Mûrat Tûnç ê li navçeya Cizîr a Şirnexê di jêrzemînên hovîtiyê de bi şewitandinê hat qetilkirin, piştî karên otopsî yên li Silopiyayê, li Goristana Tekser a li Taxa Vakifkent a li Şirnexê bi merasîmeke bi tevlîbûna sedan kesî ve hat oxirkirin. Bi sedan kesan ku di nav de Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, MEYA-DER, DBP Û HDP’ê jî cih girtin, darbesta Tûnç a kesk, sor û zer ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirtin, bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin”, “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Ey Şehîd Rêya Te Rêya Me Ye” heta goristanê meşiyan.
Li goristanê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, li ber sirûda Ey Reqîb rêz hate girtin, piştre li ser navê MEYA-DER’ê Mahmût Kaplan axivî, sersaxî ji malbata Tûnç re xwest, wiha got: “Bila serê Rêbertiya me, Şoreşa me sax be. Serê malbata me sax be. Em ne bêjin dilê me naşewite wê ne rast be. Lê, li hember wehşeta li hember me ji bilî berxwedanê ti çareyên me yên din tinene.”
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk jî yên di têkoşîna azadiya de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, wiha got: “Bi fedakariya wan em ser bilind in.”
Piştre bavê Tûnç Ahmet Tûnç axivî, wiha got: “Bila serê Rêbertiya me, tevgera me û gelê me sax be. Ez jî soz didim ku têkoşîna Heval Şiyar bidomînim. Heta dilopa xwîna min a dawî jî ez bibi layiqî ala li bedena wî pêçayî. Dîsa serê gelê me sax be, tevgera me sax be, serê Rêbertiya me sax be.”
Piştî axaftinan, cenazeyê Tûnç li goristana malbatê hat defnkirin.