HPG: Di çalakiya qereqola Findikê de 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya hêzên gerîla ya li hember qereqola Findikê ya Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiya hêzên gerîla ya li hember qereqola Findikê ya Şirnexê de 3 leşker hatin kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê de hat ragihandin ku di şerê li Mêrdînê de gerîlayekî jiyana xwe ji dest daye.
ÇALAKIYA QEREQOLA FINDÊ
HPG’ê têkîldarî çalakiya 27’ê Sibatê ya li hember qereqola Findik ê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê ev agahî parve kirin:
“27’ê Sibatê saet 12.45’an hêzên gerîlayên me li hember tabûra Findikê ya girêdayî navçeya Basa ya Şirnexê çalakî li dar xistin. Di tabûra Findikê de ku hêzên me ji 2 baskan ve lê dan, 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe rakirin, helîkopterên Kobra jî qad gulebaran kir. Her wiha qereqolên li qada Gabarê jî qada Gabarê bi obus, hewan û tankan bombe kirin.
LI MÊRDÎNÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 23’ê Sibatê li nêzî gundê Bihênê yê girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê di navbera komek gerîlayên çûne wezîfeyê û leşkerên artêşa Tirk de şerekî demkurt derket û di vî şerî de gerîlayekî jiyana xwe ji dest da. HPG’ê diyar kir ku dema agahiyên nasnameyên gerîlayê jiyana xwe ji dest dayî bê zelalkirin wê bi raya giştî re bê parvekirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî bomberdûmanan jî ev agahî parve kirin:
“27’ê Sibatê saet di navbera 21.00’an û 28’ê Sibatê 01.00’an de qereqolên Tepê Yekmal û Tepê Sînek ên li sînorê navçeya Qileban a Şirnexê; ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, qada Bektorya ya girêdayî herêma Heftanînê da ber hewan û çekên giran.
27’ê Sibatê saet 13.30-16.30’an li ser herêma Avaşîn a ji Herêmên me yên Parastinê yên Medyayê, tevgera balafirên şer ên Tirk çêbûne.”