Çete gundên Şêrewa topbaran dikin

Çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî gundên navçeya Şêrewa kirin.

Çeteyên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam bi çekên giran êrîşî gundên navçeya Şêrewa kirin.

Hat ragihandin ku tevî hevpeymana agirbestê li Sûriyeyê komên çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra hovîtiya xwe ya li dijî welatiyên sivîl berdewam dikin. Çete bi çekên giran û hewanan, gundên Basûfanê, Gundê Mezin û Başemrê yên navçeya Şêrewa topbaran dikin.

Têkildarî encamên topbaranê ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Topbarana çeteyan heta niha jî berdewam dike.