Cenazeyê Bademkiran li Amedê hat definkirin

Cenazeyê Veysî Bademkiran ê di qatlîama li Cizîrê de bi awayeke hovane hate qetilkirin û parçeyekî bedena wî şandibûn Dîlokê, parçeyek jî şandibûn Mêrdînê, li Amedê hat definkirin.

Cenazeyê Veysî Bademkiran ê di qatlîama li Cizîrê de bi awayeke hovane hate qetilkirin û parçeyekî bedena wî şandibûn Dîlokê, parçeyek jî şandibûn Mêrdînê, li Amedê hat definkirin. 

Cenazeyê Veysî Bademkiran ê di qatlîama li navçeya Şirnex Cizîrê de  ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayeke hovane hate qetilkirin parçeyekî bedena wî şandibûn Dîlokê, parçeyek jî şandibûn Mêrdînê, li Amedê hat definkirin. Cenazeyê Bademkiran duh êvarê anîn Amedê û îro jî bi merasîma cenaze ya ku bi hezaran kes beşdar bûn ve hate definkirin. Rêveberên MEYA-DER'ê û rêveberên DBP'ê jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn. 

Piştî ku li mizgefta Goristana Yenîkoyê wecîbeyên olî hatin bicihanîn welatiyan darbesta Bademkirin a bi ala kesk û sor û zer hate xemilandin ve bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" Ey şehîd xwîna te li erdê namîne "Qatil Erdogan" ve anîn cihê ku bê definkirin. Piştî duayên hatin kirin cenaze hate definkirin. Piştî ku cenaze hate definkirin li ber sirûda "Çerxa şoreşê" deqeyek rêz hate girtin. 

Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe li vir axivî û ji bo malbatê sersaxî xwest got ku Bademkiran ji bo nasname û axa xwe canê xwe feda kiriye. Pençe wiha got: "Çawa ku cenazeyên me parçe dikin û dişînin bajarên din em ê bibin şopdarê vê yekê. Em ê ji kesên ku vê yekê ji gelê kurd re rewa dibînin hesab bipirsin."