Li Girê Spî xebatên lêgerînê didomin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li qada Girê Spî û Silûkê têk çûn, şervanên YPG’ê li qada gelek cesedên çeteyan, çek û cebilxane desteser kirin.
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yên li qada Girê Spî û Silûkê têk çûn, şervanên YPG’ê li qada gelek cesedên çeteyan, çek û cebilxane desteser kirin.
Çeteyên DAIŞ’ê 27’ê Sibatê saet nêzî 01.15’an bi artêşa Tirk re ji ser Tirkiyeyê êrîşî Girê Spî kirin. Piştî mudaxeleya hêzên YPG û Asayîşê, şerên dijwar rû dan. Di şerê li qada Îskan, Navenda Çand û Hunerê, Eyn Arûş û gundê Tirkmen Hemam de zêdetirî 100 çeteyî hatin kuştin.
Di lêgerînên li seranserî bajar de, li Girê Spî 26, li Silûkê 14 cenazeyên çeteyan, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin. Xebatên lêgerînê hê jî dewam dike, hat hînbûn ku hê bi dehan cenaze li erazî ne.
Xebatên lêgerîn, lêkolînê yên hêzên YPG û asayîşê dewam dikin.