Du cenazeyên din ên ji Hezexê hatin teşxîskirin

Malbatên Zekî Aydin û Muzeyyen Yildiz ên li bejahiya Hezexê di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dan, cenazeyên zarokên xwe teşxîskirin û ji Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê wergirtin.

Cenazeyên Zekî Aydin (18) û Muzeyyen Yildiz (22) ên li nêzî gundê Hespit ê navçeya Şirnex Hezexê di êrîşa 24'ê Sibatê ya bi helîkopteran de jiyana xwe ji dest dan, li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin. Malbatan ji bo cenazeyên xwe bispêrina xwe, wergirtin.

Di dema wergirtina cenazeyan de rêveberên MEYADER, DBP, HDP, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Hevşaredar û gelek welatî jî bi malbatan re amade bûn. Cenazeyê Aydin birin Kerboranê, yê Yildiz jî birin Hezexê.

Li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Merdînê 6 cenazeyên ji Cizîrê û 3 cenazeyên ji Hezexê li benda teşxîsê ne.