Ebû Steyf: Li Şedadê derbeke stratejîk li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin

Ji Fermandarên Ceyş El Siwar ê Eniya Tişrînê û endamê Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê Ebû Steyf got, "Li Şedadê derbeke stratejîk û taktîkî li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin. Roj bi roj em hîn bêhtir çeteyên DAIŞ'ê têk dibin."

Ji Fermandarên Ceyş El Siwar ê Eniya Tişrînê û endamê Meclîsa Leşkerî ya QSD'ê Ebû Steyf got, "Li Şedadê derbeke stratejîk û taktîkî li çeteyên DAIŞ'ê hat xistin. Roj bi roj em hîn bêhtir çeteyên DAIŞ'ê têk dibin."

Ebû Seyf ji ANF'ê re rewşa dawî ya li herêmê nirxand.

Ebû Steyf da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê di dema dawî de êrîşên xwe yên li hemberî Bendava Tişrînê û derdora wê zêde kirine û got, "Çete dixwazin Bendava Tişrîn û derdora wê ji nû ve kontrol bikin. Bêguman Bendava Tişrînê cihekî gelekî stratejîk e. Deriyê Kobanê, Minbic û Cerablûsê ye. Ji aliyê îqtisadî ve jî cihekî gelekî girîng e. Ji ber vê yekê çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Bendava Tişrînê û derdora wê dikin. Her çend, çeteyên DAIŞ'ê êrîşên xwe zêde kirine jî li pêşberî berxwedan, vîn û biryardariya şervanên me, her têk diçin."

'LI ŞEDADÊ DERBEKE STRATEJÎK LI ÇETEYÊN DAIŞ'Ê HAT XISTIN'

Ebû Steyf bal kişand ser rizgarkirina Şedadê û ev nirxandin kir: "Ya ku li Şedadê li çeteyên DAIŞ'ê hatiye xistin, derbeke stratejîk û taktîk e. Em roj bi roj hîn bêhtir çeteyên DAIŞ'ê têk dibin. Ev serketin serketina şervanên me yên bi fedekariyeke gelekî mezin radibe ye.

Weke hêzên Ceyş El Siwan ên di bin sîwanê QSD'ê de cih digirin, em ê her tim li gorî daxwaza gelên xwe tevbigerin. Gelên herêmê yên bi hesreta Sûriyeyeke demokratîk in û dixwazin ji zilma komên çete rizgar bibin, daxwazeke xurt ji hêzên QSD'ê dikin.

Weke Hêzên Ceyş El Siwar, em van daxwazên zêde yên ji gelên me yên li Minbic û El Bab tên, dinirxînin. Dema biryar bê dayîn, ya pêwîst çi be wê ew were kirin.

Minbic ji bo çeteyên DAIŞ'ê cihekî gelekî stratejîk e. Ji bo me jî cihekî gelekî stratejîk e. Çeteyên DAIŞ'ê di ser Minbic û Cerablûsê êrîşî xaka Rojava, bi taybetî jî êrîşî Kobanê dikin. Hema hema her roj hewldaneke êrîşan li hemberî hêzên QSD'ê tê kirin.

Li Minbicê nifûseke mezin a çeteyên DAIŞ'ê heye. Li vê derê bi giranî emîrên DAIŞ'ê dijîn. Piştî ku Şedadê ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat azadkirin, girîngiya Minbicê ji bo çeteyên DAIŞ'ê zêdetir bû.

Ji bo çeteyên DAIŞ'ê piştî Reqqayê cihê herî girîng Minbic e. Hemû rêxistinbûyîn, xebatên leşkerî û îdeolojîk li vir dimeşînin. Bêguman li vê qadê, planên êrîşên nû li hemberî Kobanê, Bendava Tişrînê û derdora wê tên kirin. Lê em xwedî wê hêzê ne ku li hemberî her şêwe êrîşên çeteyan derkevin.

Û li şûna xwarina derban, em lêdana derban esas digirin. Di vî warî de mîna her carê amadekariyên me hene."

'EM Ê LI GORÎ AGIRBESTÊ TEVDIGERIN, LÊ TÊKOŞÎNA ME YA LI DIJÎ EL NÛSRA Û DAIŞ'Ê DEWAM DIKE'

Ebû Steyf li ser agirbesta li Sûriyeyê şeva Şemiyê ket meriyetê got, "Ev biryareke navneteweyî ye. Weke QSD me da xuyakirin ku em tevlî vê biryarê dibin. Me ragihand, ku bi parastina hêza xwe ya parastina rewa re em ê bi agirbestê re dilsoz bin.

Dikarim bêjim ku hêviya min ji agirbestê heye. Di pêvajoyeke bi vî rengî de qetilkirina gelên me û koçberkirina mirovên me, dibe ku pêşî lê bê girtin.

Agirbest ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk gaveke girîng e. Lewma me ragihand ku em ê li gorî agirbestê tevbigerin. Em di pozîsyona parastinê de ne. Lê belê têkoşîna me ya li hemberî komên çete yên weke DAIŞ û El Nûsra dewam dike."

'DEWLETA AKP/ERDOGAN NÎŞAN DIDE KU AGIRBESTÊ QEBÛL NAKE'

Ebû Steyf der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya berî çend rojan li hemberî Girê Spî de diyar kir, ku ev êrîş mijareke gelekî cidî ye.

Ebû Steyf bibîr xist, ku hêzên navneteweyî jî dan xuyakirin, êrîş ji aliyê çeteyên di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî Girê Spî bûye hatiye kirin û ragihand, ku ev êrîş prova komkujiyê ye.

Ebû Seyf êrîşa 29'ê Mijdara 2014'an a di deriyê sînor ê Murşîtpinarê li hemberî Kobanê, her wiha êrîşa sala 2013'an a li Serêkaniyê ya di ser xaka Tirkiyeyê re hat kirin û got, "Dewleta AKP/Erdogan bi van êrîşên xwe re nîşan da ku agirbesta li Sûriyeyê qebûl nake. Ji ber ku dît, agirbest li berjewendiyên wê nayê."

'AKP/ERDOGAN DIXWAZIN HÊZÊN ME PROVOKE BIKIN Û HINCETEK JI BO DAGIRKIRINA ROJAVA BIAFIRÎNIN'

Li ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê bi taybetî li hemberî xeta Efrîn-Ezazê, Ebû Steyf got, "Dewleta AKP/Erdogan bi provokekirina hêzên me re dixwazin em bersivê bidin wan. Û dixwaze vê rewşê bi kar bîne, ku ji bo dagirkirina xaka Sûriye û Rojava dagir bike. Lê em nayên van dek û dobalên dewleta AKP/Erdogan. Ji ber ku nikarin xwe li vê rewşê rabigirin, êrîşên xwe giran kirine.

Dewleta AKP/Erdogan niha jî dixwaze hêzên QSD'ê, hêzên YPG/YPJ'ê terorîze bike û bi vî rengî xaak Sûriye û Rojava dagir bike.

Weke hêzên Ceyş El Siwar, li hemberî hewldaneke dagirkeriyê ya gengaz a dewleta AKP/Erdogan em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."