Hêzên dewletê avahiya Şaredariya Hezexê rûxandin

Hêzên dewleta Tirk ên top avêtin Şaredariya Hezexê, dîwarên avahiyê rûxandin û ala Tirkan pê ve kirin.

Li navçeya Şirnex Hezexê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan di roja 13. de ne. Vê carê jî avahiya Şaredariya Hezexê bû hedefa çekdarên dewleta Tirk. Hêzên dewletê yên ji duh bi şev û vir ve êrîşeke giran dibin ser taxa Tûrgût Ozal, top avêtin avahiya şaredariyê ya li kolana Alanyayê. Ji ber topbaranê beşek ji dîwarê avahiyê rûxiya.

Hêzên dewleta Tirk ên qîma xwe bi topbaranê nanîn, bi zîhniyeta dagirker tevgeriyan û aleke Tirk bi avahiya şaredariyê ve kirin.