KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Polîsan ji bo 20 cenazeyan xwestin li Şaredariya Cizîrê cih bê vekirin
Hate hînbûn ku hêzên dewleta Tirk li Şaredariya Cizîrê geriyan e û ji bo 20 cenazeyan xwestine cih bê vekirin. -
Bi ser Şaredariya Dêrikê de girtin
Piştî girtina hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, polîsan vê carê jî bi ser avahiya şaredariyê de girtin. -
Hêzên dewleta Tirk êrîşî taxên berxwedanê dikin
Li Nisêbînê ji taxên berxwedanê Taxa Abdulkadîrpaşa ji aliyê wesayîtên zirxî hatin gulebarandin. Êrîş dewam dikin. -
Cenaze tevlîhev kirine
Cenazeya ji aliyê malbatê ji Xabûrê hat wergirtin û li Qereyaziya Erziromê hat defnkirin, derket holê ku ne ya Hevseroka berê ya Navçeya Mîlasê Derya Koç e, ya Hulya Aksoya Kerboranî ye. -
Sakîne Sîray li ser milên jinan ber bi rêwîtiya dawî hatin oxirkirin
Sakîne Sîray a li Cizîrê hat qetilkirin li Êlihê li ser milên jinan ber bi bêdawîtiyê hat oxirkirin. -
Cenazeyê Dersim Aksoy hate definkirin
Cenazeyê Dersîm Aksoy ê ku li Cizîrê di qatlîamê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve li gundê Fafê ya Mehsertê hate definkirin. -
Ekranê ÎMC TV hate tarîkirin - DEQEYA DAWÎ
Dema ku Rojnameger Can Dundar û Erdem Gul di weşanê de bûn ekranê ÎMC TV hate tarîkirin. Serdozgerê Komarê ya Enqereyê Ramazan Dînç, ji Midûriyeta Giştî ya TURK-SAT'ê xwestibû weşana ÎMC TV bê tarîkirin. -
YPS: Li Sûr û Şirnexê 14 tîmên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê da xuyakirin ku li navçeya Sûr a Amedê 9, li navçeya Hezexa Şirnexê jî 5 tîmên taybet hatin kuştin. -
Aktaş û Yavûzel ji aliyê bi hezaran kesî ve hatin oxirkirin
Cenazeyên Midûrê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ên li jêrzemîna li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, li Pirsûsê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi obus û hewanan didome
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li hember Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên bi obus û hewanan dewam dikin. -
Elîf Sû ya 4 mehî û gelek zarok li Sûrê asê man e
Elîf Sû ya 4 mehî ku li jêrzemîneke li Sûrê asê ma ye, ev 10 roj in li benda derxistinê ye. Walîtiyê da xuyakirin, ku wê îro korîdor bê vekirin, lê belê gelê Sûrê dibêje, "Em nikarin di nava gulereşandinê de derkevin." -
Barzanî: PDK karên ne li rê û talanê dike
Ji rêveberên berê yên PDK'ê Edhem Barzanî da xuyakirin, ku PDK karên ne li rê û talankariyê dike. Barzanî bi gotina "Kîjan rayedar tevlî karên ne li rê nebûye?" nerazîbûna xwe nîşan da û diyar kir, divê sîstem ji nû ve bê avakirin. -
Maseya Krîzê: 101 cenaze li benda teşxîskirinê ne
Maseya Krîzê ya li ser karê otopsiya mirovên li Cizîrê hatin qetilkirin hat avakirin, da xuyakirin ku hejmara cenazeyên rakirine nexweşxaneya 178 e. -
Li Hezexê 7 endamên tîmên taybet ên Tirk birîndar bûn
Li Hezexê, di dema derbasbûna maşîna zirxî de teqînekê rû da. 7 endamên tîmên taybet ên di maşînê de birîndar bûn. -
Cenazeyê endamê YPS'ê Gunduz hat veşartin
Cenazeyê endamê YPS'ê Îzzet Gunduz ê li Cizîrê hat qetilkirin, li Sêrtê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Li Hezexê nimêja Înê hat qedexekirin!
Li Hezexê, tevî ku ji mizgeftan bang tê kirin jî destûr nayê dayîn gel biçe mizgeftan û lê nimêj bike. -
Li Cizîrê 4 kesên hatin qetilkirin hatin veşartin
Li Cizîrê cenazeyên 4 kesên nasnameyên wan hatin tespîtkirin û ji aliyê malbatan ve hat girtin, li Cizîrê hatin veşartin. -
QSD'ê encamên pêngava 'Xezeba Xabûrê' eşkere kir-HAT NÛKIRIN
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bîlançoya operasyona Xezeba Xabûrê ya ji 16 heta 22’yê Sibatê eşkere kir. QSD’ê diyar kir ku wan 315 gund bi firehiya 2 hezar û 400 km2 ji çeteyan rizgar kirin. -
4 kesên li jêrzemînên wehşetê hatin qetilkirin bi merasîmeke girseyî hatin veşartin
Cenazeyên Adîl Kuçuk, Mahsûn Erdogan, Nûsrettîn Bayar û Hasan Ayaz ê 14 salî yên li jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li Şirnexê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Cenazeyê parçebûyî ji du nexweşxaneyan re hat şandin
Cenazeyê zilamekî li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve bi hovane hat qetilkirin û parçekirin, derket holê ku nîvê cenaze ji Mêrdînê, nîvî jî ji Dîlokê re hat şandin. -
Hevşaredarên Dêrikê hatin girtin
Hevşaredarên Dêrikê Abdulkerîm Erdem û Sabahat Çetînkaya, tevî Alîkarê Hevşaredaran Mûrat Ozuçalişir û Cebrail Pariltili ên berî 4 rojan hatin binçavkirin, hatin girtin. -
Li Dêrika Çiyayê Mazî şerekî dijwar diqewime
Li bejahiya Dêrikê, duh bi şev şerekî dijwar destpê kir û heta niha dewam dike. -
Ji kesên li Cizîrê hatin qetilkirin cenazeyên 54 ji wan hînê nehatine teşxîskirin
Ji bo tespîtkirina nasnameya 54 cenazeyên ji Cizîrê rakirin Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê, hînê encamên testa DNA'yê eşkere nebûne. -
Dawudî: Amadekariyên ji bo operasyona Mûsilê qediya ye, dema biryardayînê ye
Dawudî da xuyakirin, ku operasyona ji bo Mûsilê li ber biryardayînê ye û got, "Artêşa Iraqê, pêşmerge, hêzên Şîa û hêzên leşkerî yên Êzidî, bi kurtasî hemû civakên bûne mexdûrê DAIŞ'ê wê tevlî operasyonê bibin." -
Dûymak: 5 kîlo hestî dan min û gotin 'Ev hevserê te ye'
Lutfiye Dûymak got, "5 kîlo hestî dan min û ji min re gotin, 'Ev hevserê te ye'. Ez ê hesabê vê bipirsim."