Dûymak: 5 kîlo hestî dan min û gotin 'Ev hevserê te ye'

Lutfiye Dûymak got, "5 kîlo hestî dan min û ji min re gotin, 'Ev hevserê te ye'. Ez ê hesabê vê bipirsim."

Mahmût Dûymak (51) ê li jêrzemîna yekemîn a li Cizîrê hat şewitandin û xweliyên wî teslîmî malbatê hat kirin, Cizîr neterikandibû û di bernameke televîzyonê de gotibû, "Mirovahî li ku ye, wê çawa hesab bidin? Gelo wê hesab bidin cesedên me?" Lutfiye Dûymak a cenazeyê hevserê xwe wergirt got, "5 kîlo hestî dan min û ji min re gotin, 'Ev hevserê te ye'. Ez ê hesabê vê bipirsim."

Berxwedana bi rojan a li Cizîrê, ji niha ve navê xwe di dîroka Kurdan de nivîsandiye. Li dijî êrîşên topyekûn gelê Cizîrê bexwedaneke bêhempa nîşan da. Di vê berxwedanê de zêdeyî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan. Di nava mirovên bi xwînxwarî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin de xwendekarên zanîngehê, extiyar, zarok, pitik û mirovên bêguneh ên di zikê dayikê de jî hebûn. Yek ji mirovên jiyana xwe ji dest da bavê 6 zarokan Mahmût Dûymak ê 51 salî bû. Li taxa Cûdî ya Cizîrê dijiya. Di salên 90'î de ji ber gundê wan hat şewitandin ji Deştalelanê koçî navçeya Mersîn Tarsûsê kir. Di sala 2001'ê de vegeriya xaka xwe Cizîra Botan. Malbata wî ji ber êrîşên giran ên li ser taxa Cûdî, derbasî taxa Nûrê bû. Ew, ji bo rizgarkirina mirovên ji ber êrîşên dewletê birîndar bûn, bi dil û can têkoşiya.

Dûymak di 20'ê Çileyê de tevî parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz û komek ji welatiyan, ji bo rakirina cenazeyan bi alên spî ketibû ser rê, lê ji vê komê 3 kes li pêş kamerayan hat qetilkirin û kameramanê IMC TV Refîk Tekîn jî di nav de 9 kes birîndar bûbûn. Dûymak di vê êrîşa dewletê de birîndar nebû û li Cizîrê ma, destek da berxwedanê. Dûymak herî dawî bi Ahmet Tûnç re çû taxa Cûdî û ji ber ku hevalê li cem hat qetilkirin, ji bo xwe biparêze xwe sipart jêrzemîna avahiya bi hejmara 23'an a weke 'jêrzemîna wehşetê' ya li taxa Cûdî hat binavkirin. Tevlî bernameyeke televîzyonê bû û ev agahî bi raya giştî re parve kir.

Dûymak di wê axaftina xwe ya bi rêya telefonê de, bi van gotinan ji bedengiya cîhanê ya li pêşberî komkujiyan gilî û gazin dikir: "Mirovahî li ku ye, wê çawa hesab bidin? Gelo wê hesab bidin cesedên me? Heyfe ji mirovahiyê re. Bila ev mirovahî ji xwe fedî bike. Mirovahî li Cizîrê bi tank û topan rastî êrîşê tê. Ji aliyê sekvanan ve tê kuştin. Êdî bes e. Em jî mirov in, ev mirovahî li ku ye? Eger mirovahî wê were parastin, divê her kes dest li rewşa li vir werde. Dibe ku em careke din nikaribin biaxivin. Silav û hurmet."

Cenazeyê Dûymak ê li Saziya Tipa Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê piştî bi rojan di encama testa DNA de tespît bû. Û derket holê ku cenazeyê Dûymak bi temamî hatiye şewitandin. Hevsera Dûymak Lutfiye Dûymak diyar kir ku ew ê ti carî dest ji kujerên hevserê wê neqere û got, "Diçin ku bila biçin. Ez ê dest ji wan bernedim. Ez ê dest ji vê dozê bernedim. Em ê hesabê komkujiyê bipirsin."

Dûymak anî ziman ku teşxîskirina cenazeyê hevserê wê nepêkan bû, lewma testa DNA hat kirin û bi van gotinan nerazîbûna xwe nîşan da: "Hevserê min qetil kirin. Îro 5 kîlo hestî dan destê min û gotin 'vaye ev hevserê te ye'. Hevserê min bi awayekî wehşî kuştine. Şewitandine. Tiştek jê nemaye.."

Kurê Dûymak Firat Dûymak jî destnîşan kir, ku ew ê hesabê qetilkirina bavê xwe bipirse.