Cenazeyên Midûrê Karê Nivîsan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mehmet Yavûzel ên li jêrzemîna li Cizîrê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve bi hovane hatin qetilkirin, li Pirsûsê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên Aktaş û Yavûzel piştî teşxîsê, duh êvarê anîn Pirsûsê û rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Dema cenaze anîn Pirsûsê, polîsên Tirk li taxa Alîgorê pêşî li konvoyê girtin û nehiştin, ji bilî wesayîtên cenaze tê de ne, wesayîtên din bikevin nava navçeyê.
JIYAN SEKINÎ
Li navçeyê dikan nehatin vekirin, kar nehat kirin, jiyan sekinî. Bi hezaran mirovên ji navçeyên derdorê ji bo Aktaş û Yavûzel hatin, herikîn nexweşxaneyê. Girseya gel bi qîrîna dirûşmên "tolhildan" cenazeyên Aktaş û Yavûzel ji vir rakir û ber bi Goristana Şehîdên Kobanê meşiya.
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, parlamenterên HDP'ê Dîlek Ocalan, Îbrahîm Ayhan û Alî Atalan, rêveberên rojnameya Azadiya Welat, xebatkarên çapemeniya azad, rêveberên HDP û DBP'ê yên Riha û navçeyên wê jî di nav de bi hezaran kes di merasîmê de amade bûn.
Di merasîmê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Tolhildan", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Deşta Pirsûsê, hêlîna Apoyiyan", "Kujer Erdogan wê hesab bide", "Rêya şehîd rêya me ye, PKK partiya me ye" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Di merasîmê de pankarta ji wêneyên Aktaş, Yavûzel û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û nivîsa "Oxir be şehîdên azadiyê, em ê berxwedana we bidomînin" û "Pênûsa te li erdê namîne, oxir be şehîdê azadî û heqîqete" hat hilgirtin.
'ERDOGAN ROHAT KUŞT'
Li beşdarên merasîmê rojnameya Azadiya Welat a bi manşeta "Erdogan Rohat kuşt" hat belavkirin. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî cenazeyên Aktaş û Yavûzel hatin veşartin. Dayika Aktaş jî rojnameya Azadiya Welat a bi manşeta "Erdogan Rohat kuşt" xist gora kurê xwe. Piştî veşartinê li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Kekê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yavûzel Halîl Yavûzel piştî deqeyeke rêzgirtinê axivî û ji tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Yavûzel da xuyakirin, ku her komkujî bi destê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û AKP'ê hatiye kirin û got, "Kî dibe bila bibe, çi mirovên me çi jî dostên me. Kî destekê dide AKP'ê êdî li cem me bêqîmet e. Ez jî ji vê derê careke din dibêjim; Êdî AKP'yî yan jî kesekî alîgirê AKP'ê ne bila sersaxiyê ji me re bixwaze, ne jî bê cem me."
OCALAN: EM Ê TI CARÎ JI TÊKOŞÎNA XWE VENEGERIN
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî sersaxî ji gelê Kurd re xwest û da xuyakirin, ku ev rêbaza qetilkirinê, dijmin jî nake. Ocalan diyar kir, birîndarên mîna Aktaş û Yavûzel li jêrzemînên Cizîrê asê ma bûn, li benda alîkariyê bûn, lê ji aliyê dewleta Tirk û AKP'ê ve bi hovane hatine qetilkirin û hatine şewitandin. Ocalan destnîşan kir, Aktaş û Yavûzel ji bo Kurdistaneke azad canê xwe feda kirine û got, "Em ê hem hevalên xwe, hem jî zilma li wan hatiye kirin ti carî ji bîr nekin. Me di têkoşîna xwe ya mafdar de heta niha bi hezaran şehîd dan. Lê belê em ti carî ji têkoşîna xwe ya azadiyê venegeriyan, em ê ti carî jê venegerin."
BOLTAN: PÊNÛSA WÎ WÊ LI ERDÊ NEMÎNE
Piştî Ocalan li ser navê Azadiya Welat Hevserokê Civata Rojnamevanên Azad Hakki Boltan peyivî û diyar kir, Aktaş yek ji generalên biçûk ên Apê Mûsa bû. Boltan ragihand, ku ji bo tarîkirina rastiyan Aktaş bi hovane hatiye qetilkirin, komkujî şermezar kir û anî ziman, ku ew ê pênûsa Aktaş li erdê nehêlin.
YUKSEK: WÊ HESAB BIDIN
Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek dûre axivî û diyar kir, Aktaş û Yavûzel ji bo gelên xwe nirxên azadiyê têkoşiyan û got, "Ew mîna hemû hevalên me yên di vê oxirê de têkoşiyan, şehîd in, bila cihê wan bihuşt be. Mehmet Yavûzel mîna Sêvê Demîr endamê Meclîsa Partiya em bû. Hevalê Rohat jî ji bo rastiya li wê derê ji cîhanê re ragihîne li Cizîrê bû. Yavûzel jî ji bo xebatên siyasî li wir bû. Van mirovan, mîna bi dehan mirovên me yên hatin qetilkirin, xebatên demokratîk ên sivîl dimeşandin. Lê em niha li rêbaza qetilkirina wan dinêrin; cenazeyên wan hatine şewitandin, bi dehan gule li bedena wan ketine. Wehşeteke bi vî rengî li ser rûyê erdê nehatiye dîtin. Em vê wehşetê lenet dikin û dibêjin, ku em ê ji sedî sed hesabê vê bipirsin."
BAV AKTAŞ: BILA HER KES CIH Û REFÊ XWE DIYAR BIKE
Herî dawî bavê Rohat Aktaş Ferît Aktaş peyivî û anî ziman, kurê wî beriya bê qetilkirin lê geriya ye û wasiyeta xwe jê re gotiye. Ataş got, "Ji min re got, 'Bila AKP'yî yan jî alîgirên wan ne sersaxiyê ji we bixwaze, ne jî bê sersaxiya we'." Bav Aktaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Zarokên me, hevalên me hemû birîndar bûn. Ew qetil kirin. Bi plan û organîzeyî ev kirin. Em jî li ser wasiyeta zarokên xwe dibêjin; em naxwazin AKP'yiyan bibînin. Bila êdî her kes cih û refên xwe diyar bike."